Zextên li ser jinên kurd bû mijara rojeva parlementoya Swêdê 2020-07-30 16:26:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Amineh Kakabaveh êrîşên li ser TJA û Komeleya Jinê ya Rosayê kir mijara rojeva parlementoya Swêdê.    Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Amineh Kakabaveh di pêşnûmeya li Parlamentoya Swêdê êrîşên AKP-MHP'ê yên li ser jinan anî rojevê. Amineh ji Wezîrê Karê Derve An Linde pirs kir ku ew ê gelo daxwaza berdana endamên Komeleya Jinê ya Rosayê û aktivîstên TJA'yê yên hatine girtin bike yan na.   Jin di bin zextan de ne   Amineh anî ziman ku Tayyip Erdogan ji bo hêzên demokratîk biçewisîne binçavkirin û girtinan didomîne û wiha got:"Rêxistinên jinan ên ku parastina mafên jinan dikin dibin hedef. Di 26'ê Hezîranê de li 7 bajarî 42 kes hatin binçavkirin û girtin. Di operasyonan de jinên siyasetmedar hedef tên girtin. Rojbîn Çetîn ji aliyê polîsan ve bi kûçikan hat îşkencekirin. Bi vê yekê li dijî mafên navneteweyî sûc tê kirin. "   Wezîrê Karê Derve bersiv da pirsan   Wezîrê Karê Derve Ann Linde anî ziman ku Hukumeta Swêdê û Yekîtiya Ewropayê ji bo rêzgirtina li hember mafên mirovan di nava hewildanê de ne. Girtin û binçavkirinên li dijî mûxalîfan bi taybet li dijî HDP'ê nayên qebûlkirin.