HDP bi munasebeta cejnê çû serdana goristanan 2020-07-30 16:15:44   AMED - Rêxistina HDP'ê ya Amedê bi munasebeta Cejna Qurbanê çû serdana goristanên kesên di encama pevçûnê de jiyana xwe ji dest dane.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê bi munasebeta Cejna Qurbanê çû serdana goristanên PKK'yiyên di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan û çûn serdana goristanên kesên li Kobanê di encama pevçûnên bi DAÎŞ'ê re jiyana xwe ji dest dan.    Parlamentera HDP'ê Dêrsim Dag beşdarî serdana Goristana Çemê Elika ya Licê, Hênê bû. Rêveberên MEBYA-DER'ê, HDP û DBP'ê çûn serdana gorên li Hênê û Licê.    'Em ê xwedî li cenazeyên xwe derkevin'   Dêrsim Dag a ku di serdana goristana Hênê de axivî wiha got:"Gel li dijî kesên êrişî cenazeyan û goristanan kirin, derket. Em ê xwedî li cenazeyên xwe derkevin. Êrişên li dijî goristanan êrişên li dijî Gelê Kurd e. Em îro li vir in û em wan bi bîr tînin. Pakrewanên me rûmeta me ne."   Licê   Remziye Tosun, Nusrettin Maçin, rêveberên HDP, DBP û  MEBYA-DER'ê beşdarî serdana Gora li Sisa Licê bûn. Piştî rêzgirtinê Remziye Tosun axivî û wiha got:"Êrişa li ser goran û şewata gora Sîsê wehşet e. Em vê yekê tu carî qebûl nakin. Çi dibe bila bibe em ê xwedî li gorên xwe derkevin. "   Pîran    Hevseroka DBP'ê Saliha Aydeniz, Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik, rêveberên MEBYA-DER'ê beşdarî serdana gora Piracmo ya Pîranê bûn. Kesên çûn serdana goran ji aliyê polîsan ve li ser hatin sekinandin û GBT a wan hat kontrolkirin.     Saliha Aydeniz li vir axivî. Saliha got:"Qereqola li vir pandemiyê dike hincet û nahêle em bi gel re werin gel hevdu. Ev kaos e. Em qeymeqamtiyê şermezar dikin. Çimkî qeymeqam nikare biryarê bide ku ew ê parlamenter biçin ku derê."