Di lojmanên polîsan de jinekê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da 2020-07-30 15:07:55   AMED - Jina bi polîsê li Amedê dixebite ya bi navê M.S., di malbatê de bi awayekê bi guman jiyana xwe ji des da.    Jina bi navê M.S. a 44 salî li lojmanên polîsan a navçeya Yenîşehîr a Amedê, duh di saetên şevê de, bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest da. M.S. dayika 2 zarokan e. Cîranên M.S. ên agahî jê negirtin, li hevjînê wê yê polîs geriyan. Polîsên hatin mala M.S. bi awayekê ji ser hişê xwe çûyî dîtin. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyer M.S. rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî. M.S. ligel hemû mudaxileyan jî jiyana xwe ji dest da.    Dûre cenazeyê M.S. rakirin Morga Nexweşxaneya Ewletiyê ya Selahaddîn Eyyûbî.