'Em bi zimanê xwe serbilind in' 2020-07-30 10:43:08   Ferîde Zade    ŞEHBA - Xwendekarên herêma Efrînê yên serkeftî bi şahiyekê hatin xelatkirin. Xwendekaran gotin: "Weke tê zanîn dewletên desthilatdar her tim xwestine ku  zarokên kurdan  bi zimanê xwe bidin perwerdekirin, lê îro tevî hemû êrîşan jî em xwedî li zimanê xwe derdikevin û bi zimanê xwe ser dikevin."    Bi dirûşma "Zanista azad, ciwanê azad, civaka azad" Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) bi armanca xelatkirina xwendekarên serkeftî ên li ser asta Şehba û Efrînê, bi tevlîbûna KPC-D, Desteya Ciwanên Werzişê û hemû Mamosteyên Zimanê kurdî ên navçeyê Şehbayê bi şahiyekê xwendekar xelat kirin. Piştî deqeyeke rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê ji aliyê Hevseroka Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a herêma Efrînê Hamêd Ristom û Rêveberiya Desteya Civanên Werzîşê a herêma Efrînê Gulê Cimo axaftin hate kirin û paşê 14 xwendekarên dozdeh wêjeyî û zanistî ku di asta yekem û duyem de bi serketine hatin xelatkirin. Xwendekarên ku di asta yekem û duyem de li asta herêma Efrîn û Kantona Şehbayê bi ser ketine Rêgez Hemo, Sîman Mustefa û Henîfe Xoce ne. Girêdayî mijarê Xwendekarên Serkeftî di derbarê merheleya xwendina xwe de ji Ajansa me re axivîn.   'Di nava koçberiyê de me serkeftin bi dest xist'   Xwendekara beşa zanistî ya navçeyê Ehdes Rêgez Hemo di destpêka axaftina xwe de serkeftina xwe ya di asta yekemîn de li Rêberê PKK'ê Abullah Ocalan û pakrewanên azadiyê pîroz kir û wiha got: "Ez di destpêkê de ev serkeftina ku me bi dest xistiye li Rêber Apo û şehîdan pîroz dikim. Piştî koçberiyê ji Efrînê û di şert û mercên dijwar de bi armancên bilind ez gihîştim xeyala xwe. Tevî hilweşandina dibistanên li Efrînê û hewldana rêgirtina li ber xwendina zarokên Efrînê, îro zarokên Efrînê di nava koçberiyê de destkeftiyên herî mezin bi dest xistine. Ji cîhanê re nîşan didin  ku hêviyên zarokên Efrînê  ji her tiştî bi hêztir bûn. Îro me bi saya şehîdên xwe xwendina xwe bi zimanê zikmakî kir. Em bi zimanê xwe serbilind in."   'Parastina zimanê dayikê parastina nirxên pîroz in'    Ji Rêveberiya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a navçeyê Til Rifet Hene Kelo da zanîn ku ziman hebûn û nasnameya mirovan e û wiha got: "Ev serkeftina ku xwendekarên Efrînê îro di şert û mercên zehmet de bi dest xistine peyameke li dijî wan hêzên ku her tim dixwazin zimanê kurdî tune bikin. Ji ber ku ziman hebûn û nasnemeya mirov e em jî weke mamoste bi xwendekarên xwe re xwedî li hebûna xwe derdikevin. Her wiha da ku ev xwendekarên serkeftî ku bi pileyên herî bilind xwendina xwe bi dawî kirine xelat bikin me şahiyek ji wan re li dar xist. Parastina zimanê dayikê parastina nirxên pîroz in."   'Min her tim ev roj xeyal dikir'   Xwendekara beşa wêjeyî ya navçeya Til Rifetê Lîlav Elî serkeftina xwe di asta duyem de li pakrewanên azadiyê pîroz kir û wiha pê de çû: "Piştî hewldanên dagirkeran a tunekirina zimanê kurdî îro em bi serfirazî xwendina xwe bi zimanê kurdî bi dawî dikin û nîşaneya vîna jinê ji cîhanê re nîşan didin.Weke tê zanîn dewletên desthiledar her tim xwestine ku  zarokên kurdan  bi zimanê xwe bidin perwerdekirin, lê îro tevî hemû êrîşan jî em xwedî li zimanê xwe derdikevin. Min her tim bi vê rojê xeyal dikir."   Şahî bi gerandina govendên Efrînî bi dawî bû.