'Dewleta tirk êrîşî cihên stratejîk dike û dev jê bernade' 2020-07-30 09:07:12   Dilûcan Bozî   KOBANÊ - Seroka Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cîhan Xidro nirxandinên xwe di derbarê rewşa geşedanên dawiyê de kir û wiha got: "Siyaseta hevpeymana Lozanê careke din xwe dubare dike."   Di hevpeymana Lozanê de erdnîgariya Kurdistanê bû çar parçe, îro di nava aloziya Sûriyeyê de jî dîrok xwe dubare dike. Ji ber wê jî şer li Lîbya, Idlib û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin. Armanca van êrîşan ew e ku hemû dewlet para xwe jê bigrin û berjewendiyên xwe li ser pêk bînin. Her wiha dewleta tirk jî dixwaza xeyalên xwe yê Impiratoriya Osmanî ji nû ve pêk bîne û Gelê Kurd di binîde qir bike. Ji ber ku Idlib û Lîbya stratejîk in ji ber wê bi rêya komên girêdayî xwe dixwaze van herêman jî bike bin kontrola xwe. Têkildarî van mijarana Seroka Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cîhan Xidro ji ajansa me re axivî.   'Bi peymana Lozanê re Kurd rastî qirkirinê hatin'   Cîhanê di destpêka axaftina xwe de behsa hevpeymana Lozanê kir û wiha got: "Her kes dizane ku hevpeymana Lozanê di 24'ê Tîrmeha 1923'yan de hat çêkirin, di nava vê hevpaymanê de dixwestin Gelê Kurd qir bikin û erdnîgariya Kurdistanê kirin çar parçeyan. Li Sûriyeyê, Tirkiyeyê, Îran û Iraqê parve kirin. Di wê demê de Musil û Kerkuk radestî Ingilistanê hat kirin ji bo ku Komara Tirkiyeyê ava bikin. Piştî wê êdî bi awayekî rehet dewleta tirk dest bi qirkirina ziman û çanda Gelê Kurd kir. Di sala 1925'an de dewleta tirk pêşengê Gelê Kurd Şêx Seyid û hevalên wî bi awayekî hovane darve kirin, her wiha gelek komkujî li ser gel pêk anîn. Di 15'ê Sibata 1999'an de bi kompiloyeke navneteweyî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat girtin û radestî dewleta tirk kirin. Ev bû 22 salin Rêbertî di nava girava Îmraliyê de ye, ji girtina Rêber Apo û heta roja îro jî dewleta tirk bi hevkariya Rûsya, Îran û Emerîka hemû rê û rêbazên qirkirinê li dijî  gelan didin meşandin û hewl didin ku şerê birakujiyê çêbikin."   'Hikumeta Sûrîyeyê ne dewleteke demokratîk bû'     Cîhanê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku lihevkirineke siyasî neyê çêkirin wê aloziya Sûriyeyê hîn berfirehtir bibe û wiha domand: "Ji ber ku hikumeta Sûriyeyê bi awayekî demokratîk tev nedigeriya û xwedî li gelê xwe dernediket, gelê li her derê rabûn serhildanê û di 2012'an de aloziya Sûriyeyê dest pê kir. Roj bi roj komên çete ji derve derbasî nava xaka Sûriyeyê dibûn, wek artêşa azad, Cebhet El-Nusra û DAIŞ. Di serî de dewleta tirk li gor berjewendiyên xwe tev geriya û bi sed hezaran gelê Sûriyeyê li ser axa wan dan koçberkirin û kuştin. Li hemberî kuştin, revandin, dizî û talankirinê YPJ/YPG'e û QSD'ê parastina gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Dewleta tirk ne niha, di destpêka aloziya Sûriyeyê de ev kiryar didan meşandin û roleke xwe ya neyînî di aloziya Sûriyeyê de dilîze. Dewleta tirk û hêzên Rûsya lihevkirinek di nava xwe de çêkirin û Efrîn li şûna Helebê teslîmî dewleta tirk kir."   'Bi serkêşiya dewleta tirk careke din Serêkaniyê û Girê Spî hat dagirkirin'   Cîhanê teqez kir ku ji ber kiryarên dewleta tirk û hevkarên wê, aloziya Sûriyeyê nayê çareserkirin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Dewleta tirk bi hêsanî axa me dagir dike û demografiya herêmên me dide guhertin. Bi taybet jî jinên siyasetmedar dike armanca êrîşên xwe, gelek kesên bê guneh çarenûsa wan ne diyar e û rojane gelê sivîl bi destên çeteyên dewleta tirk li herêmên dagirkirî rastî revandin, kuştin û talankirinê tên. Bi hezaran xwendekar ji mafê xwendinê bê par man. Li hemberî van kiryarên dewleta tirk komeleya Mafên Mirovan bê deng in, ev bê dengî me dide kuştin, di demekê de qaşo lihevkirina sekinandina şerê Lîbya bê rawestandin hat kirin, lê dewleta tirk ev yek binpê kir û hîna jî dewriyên hevbeş yên tirk û rûsan pêk tên. Her wiha rêya M4 ya navçeya Eyn Îsa qaşo ev rê ji bo çûyin û hatina gel bi aram e, lê dewleta tirk vê yekê binpê dike û gel li ser vê riyê tên hedefgirtin û herî dawî jî ciwanê bi navê Ehmed Elî ji aliyê çeteyan ve hedef hat girtin."   'Dewleta tirk êrîşî cihên stratejîk dike û dev jê bernade'   Cîhanê di dawiya axaftina xwe de balkişan ser rewşa Idlib û Lîbyayê û wiha bi dawî kir: "Ji ber ku Lîbya û Idlib cihên stratejîk in û ev yek ji bo dewleta trik girîng e lewra êrîşî van herêman dike, her kes dixwaze Idlibê dagir bike, di heman demê de dewleta tirk çeteyan û zarokên temenbiçûk perwerde dike û berê wan dide Lîbyayê. Pêwîst e dewletên Ereb yekîtiya xwe ava bikin û li hemberî êrîşên dewleta tirk bisekinin û nehêlin ku herêmên wan weke Sûriyeyê ji aliyê dewleta tirk ve bê dagirkirin. Ji ber ku dewleta tirk ji pirojeya netewa demokratîk bi tirs e û bi taybet ji rêxistinkirina jinê, naxwaze pêkhateyên herêmê bigihêjin statuya xwe û pirojeya gelan pûç bike,  ji ber wê rojane kiryarên xwe li ser herêmên me zêdetir dike. Em ê vê pirojeya neteweya demokratîk a gelan bi ser bixin."