'Li Îmraliyê têkoşîn û berxwedanek bê hempa tê meşandin' 2020-07-30 09:04:45   Rojda Seyidxan   QAMIŞLO - Ji Rêveberiya Meclîsa Edaleta Jinê ya bajarê Qamişloyê Henîfa Mihemed tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: "Weke jin ji bo ku em tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bikin, divê em xwe di hemû waran de zane û çalak bikin, da ku em bizanibin mafê xwe bistînin û dengê xwe bighînin cihê pêwendidar. Li Îmraliyê têkoşîn û berxwedanek bê hempa tê meşandin. Divê em jî vê têkoşînê bidin. "   Ev 20 sale ku dewleta tirk Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di girtîgeha îmraliyê de girtiye û heta vê rojê tecrîda girankirî li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dide meşandin. Her wiha gelek caran serlêdan ji aliyê malbat û parêzaran ve tê kirin, lê dewleta tirk bi hincetên cur bi cur hevdîtinan qebûl nakin. Ji Rêveberiya Meclîsa Edaleta Jinê ya bajarê Qamişloyê Henîfa Mihemed ser tecrîdê nêrîna xwe parve kir.   'Li Îmraliyê têkoşîn û berxwedanek bê hempa tê meşandin'    Henîfayê di destpêka axaftina xwe de tecrîda girankirî şermezar kir û wiha got: "Em vê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bi tundî şermezar dikin. Ev demeke dirêj e li ser Rêber Apo tecrîdek mezin tê meşandin, ev tecrîd di heman demê de li ser Gelê Kurd tê meşandin. Dewleta tirk bi hincetên cur bi cur destûrê nade ku hevdîtin bi Rêber Apo re pêk were. Niha li Girava Îmraliyê têkoşîn û berxwedanek bê hempa tê meşandin. Weke jin ji bo ku em tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bikin, divê em xwe di hemû waran de zane û çalak bikin, da ku em bizanibin  mafê xwe bistînin û dengê xwe bigihînin cihê pêwendîdar. Li Îmraliyê têkoşîn û berxwedanek bê hempa tê meşandin. Divê em jî vê têkoşînê bidin. "   'Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe me ronî kir'   Henîfayê di dewama axaftina xwe de bal kişand ser fikir û felsefeyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha domand: "Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe kurdan ji tarîtiyê derxist û kir xwediyê vîn û hebûnê. Her wiha îro kurdên ku li cîhanê dijîn, bi hebûna jinan hayîdar bûn. Ev hemû jî bi fikir û felsefeya Rêber Apo çêbû. Rêber Apo pêşeroja me bi fikra xwe ronî kir, divê  tiştên ku me ji Rêber Apo girtiye di jiyana xwe de bikin yek û li dijî desthilatdaran têbikoşin. Divê em xwe û civaka xwe bi rêxistin bikin da ku em bikaribin Serokê xwe ji girtîgehê rizgar bikin. Rêber Apo di hemû gotinên xwe de rola jinê vedibêje, em jî bi wê zanebûnê divê civaka xwe bi rê ve bibin. Jin dikare bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe ji koletiyê rizgar bike."   'Heta azadiya Rêber Apo em ê têbikoşin'   Henîfayê herî dawî diyar kir ku ew ê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan heta dawiyê têbikoşin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê îro dewleta tirk tecrîdek girankirî ya li ser Rêber Apo bi dawî bike. Em jî weke Gelê Kurd heta ku em vê tecrîdê bişkînin em ê her li ser piyan bin. Em ê xeta Rêber Apo ya azadîxwaz dewam bikin û em ê heta azadiya Rêber Apo têbikoşin."