'Ji ber êşa kurê xwe û dûrketina ji Efrînê dilorînim' 2020-07-30 09:01:15   Hesna Mihemed    ŞEHBA - Fatma Berko bi lorînên xwe koçberiya ji Efrînê û windakirina kurê xwe vedibêje. Fatmaya ku li ser kurê xwe dilorîne wiha got: "Piştî koçberiyê û windakirina kurê xwe bi lorînê êşa xwe parve dikim. Lê min hêviya xwe tu carî bi dawî nekir. "   Fatma Berko bi lorandinê, hestên xwe tîne ziman û êşa windakirina kurê xwe bi rêya stranan bi lêv dike. Fatma ya 73 salî ji gundê Celemê ya navçeya Cindrêsê ya Efrînê ye niha li kampa Serdem a Kantona Şehbayê dijî. Fatma 5 zarokên wê hene û yek jê di dema şer de jiyana xwe ji dest da. Fatma bi lorînên xwe koçberiya Efrînê û windakirina kurê xwe vedibêje. Fatma girêdayî lorîna xwe hêstên xwe bi me re par vekir.    'Êşa windakirina kurê xwe bi lorandinê tînim ser ziman'   Fatma di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser lorandina xwe û wiha got: "Em li gundan dijiyan û em xwediyê erd û pez bûn. Kurê min bi darê zorê erka xwe parastinê ya Rejîma Sûrî dikir, li ser sînorê Sûriyeyê û Lubnanê leşkertî dikir û li wir jî jiyana xwe ji dest da. Windakirina kurê min gelek bi êş bû û ez bi lorandinê êşa xwe tînim ser ziman û kurê xwe bi bîr tînim. Dema min bihîst kurê min jiyana xwe ji dest daye, ez li ser ban ketim û lingê min şikest, lê piştî çend mehan min êşa lingê xwe hîs kir. Şewata êşa kurê min ji her tiştî girantir bû, ji ber kezeb e."   'Efrîn bihuşta dinyayê ye'   Fatma di domandina gotina xwe de behsa êrişên li ser Efrînê kir û wiha dewam kir: "Efrîn ji bo me ronahî ye û em nikarin li dûrî Efrînê bijîn. Efrîn bi destên dapîr û babîrên me hatiye avakirin û bi keda destên wan hatiye avakirin. Her darek zeytûnê bi xwêdana eniya dê û bavên me hatiye avdan. Efrîn bihuşta cîhanê tevahî bû. Bi destên neyaran û xwînmijan Efrîn hat talankirin. Me 58 rojan li ber xwe da. Ez li her derê geriyame, lê Efrîn cuda ye."   'Doza me doza mirovî ye'   Fatma herî dawî bal kişand ser bêdengiya cîhanê ya li hember kiryarên ku tên kirin û wiha bi dawî kir: "Cîhan hemû li hember dagirkeriya li ser Efrînê bêdeng ma, heta niha jî bêdeng in. Hemû dewlet ji bo berjewendiyên xwe hevkariya dewleta tirk a dagirker dikin. Xaka Rojava bi xwîna pakrewanan hatiye avdan, ger were xwestin ez ê jî ji bo axa Efrînê bi temenê xwe yê mezin şer bikim û xwîna xwe ji bo wê bidim. Zarokên bira û xwişkên min giştî ji bo xaka Kurdistanê bûne pakrewanên azadiyê. Tirsa min ji dijmin tune ye ji ber doza me dozeke mirovî ye. Dewletan bi xiyanetê axa me firotin, em ê jî bi xwîn û kedê vegerînin."