‘Bila her kes cejna xwe di mala xwe de pîroz bike’ 2020-07-30 08:58:21   Dilûcan Bozî   KOBANÊ - Bi belavbûna Vîrûsa Koronayê  re şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê neçarin ku cejna Qurbanê bi rengekî cuda pêşwazî bikin. Jina bi navê Besma  Xelîl li ser Cejna Qurbanê ya îsal wiha dibêjê: ” Tevî van hemû rewşan jî coşa ceja Qurbanê di dilê me de zindî ye. Em bi hêvî ne her kes li gor biryarên Rêveberiya Xweser tev bigere.”    Cejna Qurbanê nêz dibe, lê vê carê wê cûdahiyeke xwe ya taybet hebe. Ew e ku di nava qedexeya pîrozkirina cejnê de wê mirov neçarbin weke her car xizmên xwe nebînin û cejna wan pîroz bikin. Ji ber belavbûna Vîrûsa Koronayê Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hin biryar û tedbîr girtin. Bi vê rewşê re û piştî derketina vîrûsê li herêmê êdî divê mirov hîn bêtir li tenduristiya xwe baldar bin. Ji xwe bi bilindbûna rêjeya dolar re li hember lêreya Sûrî êdî pêwîstiyên cejnê jî bûhane û qûrbaniya cejnê mirov nikarin bidin. Rewşên ku niha mirov tê re derbas dibin pir zehmet in, lê watedariya cejnê di dilê her mirovekî zindî dimîne. Têkildarî rewşa cejnê jina bi navê Besma  Xelîl li ser Cejna Qurbanê ya îsal nêrîna xwe ji me re parve kir.     ‘Bila her kes cejna xwe di mala xwe de pîroz bike’                                                      Besma di destpêka axaftina xwe de Cejna Qurbanê li tevahî mirovan pîroz kir û wiha got: ”Bi hatina cejnê re me jinan dest bi amadekariyan kiriye. Ji bo mal û zarokên xwe me hin pêwîstiyên cejnê kirîn. Her sal em di roja cejnê de sibehê zû radibin. Bi derketina tîrêjên rojê re cejna cangorêyin azadiyê di destpêkê de em pîroz dikin. Îsal ji ber Vîrusa Koronayê wê ev rewş cuda be. Em ê di malê xwe de pîrozbahiya cejnê bikin. Ji ber rewşa ku niha em tê re derbas dibin pir xeter e. Divê mirov li tenduristiya xwe baldar bin.”     'Li kêleka derketina vîrûsê dewleta tirk êrîş dike'   Besma bal kişand ser rewşa êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmê û wiha pê de çû: ”Tevî derketina rewşa Vîrusa Koronayê, li kêleka wê êrîşên dewleta tirk jî ser herêma me hîn berdewam in. Em nikarin bi hemû mirovên xwe re  bicivin. Beriya şer her kesî dikaribû serlêdana mirovên xwe li bajarên ku niha di bin destên dewleta tirk de ne bike. Lê niha êdî rewş pir zehmet bûye û dewleta tirk her êrîş dike. Tevî van hemû rewşan jî coşa Cejna Qurbanê di dilê me de zindî ye. Em bi hêvî ne her kes li gor biryarên Rêveberiya Xweser tev bigere. Cejna hemû mirovan pîroz be.”