Jin wê bi kampanya 'Bikevin tevgerê' li qadan bin 2020-07-29 14:30:23   AMED - Meclisa Jinên Ciwanan a HDP'ê wê di çarçoveya kampanyaya "Bi hev re bikevin tegerê" bi rojevên wekî destdirêjî, tecawiz, tundî, ekolojî û tecrîdê li qadan be.   Meclisa Jinên Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Di 22'yê Tîrmehê de diyar kiribû ku wan kampanyaya "Bi hev re bikevin tevgerê" dane destpêkirin. Meclis çarçoveya kampanyê de wê bi rojevên wekî destdirêjî, tecawiz, tundî, ekolojî û tecrîdê li qadan be û çalakiyan li dar bixe.   Endama Meclisa Ciwanên Jin a HDP'ê  Hazal Karabayê diyar kir ku ew ê di çarçovyeya kampanyayê de çalakiyên cûr bi cûr li dar bixin.  Hazal diyar kir ku pêdivî bi akademiyên siyasetê heye û got ku di vê çarçoveyê de divê jin di siyasetê de cihê xwe bigirin. Hazal anî ziman ku ji ber vê wê ji bo ku akademiyên siyastê bên avakirin bingehê daynin.   'Jinên ciwan xwe bi rêxistin dikin'   Hazal diyar kir ku ew ê çalakiyên wekî pîknîk, ger, turên bîsîklet, atolye û panelan li dar bixin û got, "Aarmanca van çalakiyên me ku em bi jinên ciwan re sohbetê bikin , pirsgirêkên wan guhdar bikin û pêşniyarên wan bigirin. Em bi pêşniyarên ku bigirin em ê hewl bidin ji pirsgirêkên heyî re bibin çareserî. Em ê li kolan û li qadna bin û hebûna xwe nîşan bidin. Em ê xwe bi rêxistin bikin."   'Ciwan di siyaetê de xuya nakin'   Hazal anî ziman ku ciwan di siyasetê de kêmin û ev tişt got: "Ciwan tên îlegalîzekirin û ji dervî siyaseta demokratî tên hiştin. Em terzê vê îda dikin û dibêjin ku ciwan di siyasetê de jî hene û gotina xwe dibêjin. Em li dijî faşîzmê têdikoşin û ji bo ku em di siyasetê de jî bibin muxalefet em têkoşîna xwe berdewam dikin."   'Em ê polîtîkayên dewletê teşîr bikin'   Hazalê bal kişand ser pakêta darazê ku hat derxistin û got ku bi vê pakêtê re kujerên jinan, gûmanbarên destdirêjî û tecawizê serbest berdan. Hazal wiha berdewam kir, "Peymana Stenbolê û qanûna 6284 rakirina wan di rojevê de ye. Em ê bi jinan re bên gel hev û vê qanûnê vebêjin."   Îqtîdar naxwaze jinan li qadan bibîne'   Hazal anî ziman ku îqtîdar herî zêde li ser ciwanan polîtîkayên xwe dide meşandin û ev tişt got, "Ciwan pêşerojin, dewlet dixwaze ciwanan bike bin bandora xwe û ji xwe re pêşerojekê ava bike. Ji ber ê polîtîkayên Asîmilasyon, zext û revandinê kirine dewrê.  Di vê çarçoveyê de em jî ji bo pêşeroja xwe ava bikin dikevin tevgerê .Herwiha li dijî jinan jî polîtîkayên qirêj tên meşandin. Îqtîdar naxwaze jinan li tu derê bibîne û jê bo wan tu qadan venake. Dixwaze jinan di malê de hepis bike. Ji ber wê em her roj bi kuştina jinan re rûbirû dimînin."   'Em ê dengê xwe bilind bikin'   Hazalê diyar kir ku ew ê li dijî polîtîkayên tunekirinê yên hikûmetê em ê li kolan û qadan bin û dengê xwe bilind bikin. Em ê têkoşîna jinê mezin bikin. Hazalê destnîşan kir ku ew ê rêxistina jinan mezin bikin.    'Tecrîd li ser tevahiya civakê tê meşandin'   Hazal diyar kir ku ew ê di çarçoveya kampanya "Bikevin tevgerê" de balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir: "Em dibêjin ku tecrîda li ser birêz Ocalan tecrîda li ser civakê ye. Tecrîd bi xwe re kaosê, şer û krîzê tîne .Heta ku tecrîd bi dawî nebe wê pirsgirêkên turkiyeyê jî neyên çareserkirin. Em dibêjin birêz Ocalan temînata aştiyê ye."