Têkildarî komkujiya Şengalê TJA'yê vîdeo parve kir 2020-07-29 14:10:14   AMED - Tevgera Jinên Azad (TJA) bi minasebeta salvegera qetlîama Şengalê li ser rûpelê xwe yê medyaya civakî bi dîmen peyamek parve kir. TJA’yê di peyama xwe de bang li hemû jinên cîhanê kir ku li dijî hemû cure qetlîama li dijî jinan serî hilbidin.   Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo bal bikişînin  ser 3’yê Tebaxê salvegera qetlîama Şengalê,  li ser rûpelê xwe yê medyaya civakî dîmen parve kir. TJA’ya di parvekirina xwe de cîh da van gotinan: “Em weke TJA, 3’yê Tebaxê qetlîama ku li dijî jinên êzidî pêk hatiye şermezar dikin. Em bang li hemû jinên cîhanê dikin. Divê em li dijî hemû şeklên qetlîamê, li dijî hemû şeklên tundiyê yên li dijî jinan yekîtiya xwe ava bikin û têkoşîna xwe mezin bikin. Jin jiyan Azadî.”   Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan û gelek jinên din dîmenê ku ji bo şermezarkirina qetlîamê, amade kiribûn parve kirin.