Meclîsa Kantona Hesekê ji bo komkujiya Minbicê daxuyanî da 2020-07-29 12:37:11   HESEKÊ - Meclîsa Kantona Hesekê êrîşên dewleta tirk derheqê şêniyên  gundewarên Minbicê  bi daxuyaniyekê şermezar kir.   Dewleta tirk di 27’ê Tîrmehê de gundê Qortwêran û Weylanê yên girêdayî Minbicê topbaran kir û komkujiyek di derheqê sivîlên wê de pêk anî. Di encamê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.  Têkildarî bûyerê  Meclîsa Kantona Hesekê êrîşên dewleta tirk ên li ser gundewarê Minbicê û komkujiya ku di derheqê sivîlan de pêk hatiye bi daxuyaniyekê şermezar kir. Daxuyanî li ber navenda Meclîsa Kantona Hesekê bi beşdarbûna hemû endamên sazî û dezgehên sivîl hat dayin. Daxuyanî  ji aliyê Hevseroka Meclîsa Kantona Hesekê ve Semer Abdullah ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:    “Di demekê de ku gelê me ji bo azadiya xwe têkoşîn dikin û ewlehiya xwe li herêmê diparêzin dewleta tirk êrîşî vîna gelê me dike. Niha em di merheleyeke hesas re derbas dibin, pêngava tunekirina terorê ya ku ji aliyê hêzên QSD’ê ve bi armanca tunekirina şaneyên razayî ên DAIŞ’ê berdewam e. Dewleta tirk dixwaze balê ji ser vê yekê biguhere ser êrîşên ku li herêmê dike. Bi hovîtiyeke mezin êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Herî dawî jî li gundewarê Minbicê komkojiyek di derheqê sivîlan de pêk anîn. Di encamê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn, piraniya wan jî zarok in.    Dewleta tirk a dagirker bi êrîşên xwe yên  li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zagonên navneteweyî binpê dike. Li hember wê jî em bêdengiya rêxistinên mafê mirovan şermezar dikin. Banga me ew e ku êrîşên dewleta tirk li ser sivîlan bên rawestandin. Em ê li hember van kiryar û êrîşên dewleta tirk asta têkoşînê bilind bikin.”   Daxuyanî bi dirûşma "Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.