Bi armanca parastina ji vîrûsê bajarê Kobanê hat paqijkirin 2020-07-29 10:14:13   KOBANÊ - Şaredariya Gel li Kobanê  ji ber belavbûna vîrûsa koronayê li herêmê dest bi paqijkirina bajaran kir.   Di 23'yê Tîrmehê de Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê ragihand ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Vîrûsa Koronayê derketiye. Her wiha 4 kes bi vîrûsê ketine, piştî wê bi çend rojan 2 kesên din jî li herêmê bi vîrûsê ketin. Li gor vê rewşa xeter  Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tedbîrên girîng girtin.   Bi armanca parastina gel a ji xeteriya vê vîrûsê Şaredariya Gel li Herêma bajarê kobanê bi alîkariya Endamên Partiya PYD’ê bajarê xwe paqij kirin. Her wiha Desteya Ekonomî û Meclîsa navçeya Kobanê dest bi paqijkirina kolanên rêka giştî kirin. Kolana Tilel, 48'an, rêka Helebê û rêka Cerablusê bi temamî hatin paqijkirin û dezefenktekirin.    Wê ev erk berdewam be heya ku herêm bi temamî bê paqijkirin û dezefenktekirin.