Du kelepçe kirin destên jinên girtî! 2020-07-29 10:03:18   AMED - Hat diyarkirin ku cendirmeyê Du kelepçe kirin destên jinên girtî yên ji Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Amedê birin nexweşaxaneyê. Her wiha hat gotin mesafeya civakî jî hatiya paşguhkirin.    Binpêkirina mafan ên girtiyan di dema pandemiyê de zêdetir dibe. Li Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Amedê jî mafên girtiyên jin hatin binpêkirin. Hat hînbûn ku cendirmeyan du kelepçe kiriye destên girtiyên jin ên Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Amedê.   Parêzeran dan zanîn ku du cendermeyan du kelepçe kirine destên girtiyan. Her wiha hat gotin ji kelepçeyan yek cendirmeyan bi destên xwe xistine û girtî li dû xwe kaş kirine. Parêzeran diyar kirin ku du kelepçe pêkanîna parastina mesafeya civakî binpê dike û ev yek jî ji bo girtiyan dibe talûkeyeke mezin.    Hat diyarkirin ku jinan pêkanîna du kelepçeyan qebûl nekirine û neçûne nexweşxaneyê.