‘Heta AKP desthilatdar be wê şîdet û îstîsmar jî zêde bibe’ 2020-07-29 09:10:22   Şehrîban Abî   WAN - Jinan bertek nîşanê bûyerên zêdebûna destdirêjiya li zarokan û qetilkirina jinan dan û gotin: “Heta ku gumanbar cezayên giran negirin heta ku polîtîka û zîhniyeta AKP’ê bidome wê şîdet û tecawiz jî zêde bibin.”   Kuştina jinan û destdirêjiya li zarokan roj bi roj zêde dibe û her wiha bertekên li dijî sererastkirina ‘bi riya zewacê ji gumanbarên destdirêjiyê re efû ya ji rojeva AKP’ê nakeve jî didome. Li Wanê jinan bertekên tûnd nîşanê polîtîkayên rewakirina şîdeta mêr dan.   ‘Ji bilî jinan her kes bêdenge’   Meryem Oz daxuyakirin ku ji ber destdirêjiya li zarokan zêde bûye ew zarokên xwe dernaxin derve û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tiştên tên pêk tên bi rojan ji hişê me dernakevin. Em her roj nûçeyên mirin û tecawizkirina zarokan dibihîzin. Ji bo em zarokên xwe biparêzin divê çi ji destê me bê em bikin. Divê em li ser bûyeran biaxivin û çareseriyê bibînin. An jî wê hîn bêtir zêde bibin. Divê em wek civak dengê xwe bilind bikin. Ji bilî jinan her kes bêdenge.”   ‘Pêşnûmeya efûya destdirêjiyê nayê qebûlkirin’   Şîlan Aydin jî destnîşan kir ku destdirêjiya li hember zarokan nayê qebûlkirin û wiha pê de çû: “Di temenê zarokatiyê de wê çawa bên zewicandin? Wê psîkolojiyek wan ya çawa hebe? Divê ewil malbat bibin xwedî bîr û bawerî. Ev zarokan di alî bedenê de jî têk dibe, ji jiyana civakî dur dixe. Tevî ku cezayên giran nadin gumanbaran, civak jî bêdeng dimîne. Em di civakek baviksaler de dijîn. Em bêdeng dimînin ji ber ku em dibêjin wê der barê me de çi bêjin. Destdirêjî tê veşartin. Divê cezayên giran bên dayîn.”   ‘Divê rayedar bikevin tevgerê’   Fazîlet Koseoglu jî bi lêv kir ku divê cezayên giran bên dayîn û wiha pê de çû: “ Dema behsa mijara destdirêjiyê tê kirin ez gelek hêrs dibim. Ez qanûna destdirêjiyê rast nabînim. Divê gumanbar cezayên giran bigirin.”   Dîlan Ozer jî bang li rayedaran kir ku bikevin tevgerê û destnîşan kir ku ger ku cezayên bi bandor bihata dayîn wê ev bûyer jî  pêk nehata.