Ji bo Vîrûsa Koronayê ya li Mêrdînê belav bûye hişyarî! 2020-07-29 09:02:02   MÊRDÎN - Li Mêrdînê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ketine gihişt 5 hezarî û li nexweşxaneyan cih nema. Beriya cejnê Hevseroka Odeya Tabîban a Mêrdînê Dr. Derya Etem bang li welatiyan kir û got di vê pêvajoyê de li malên xwe bin.   Ji ber vîrusa korona li Tirkiyeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 6 hezar. Ji 1’ê Hezîranê şûnde bi pêvajoya normalbûnê re hejmar zêde bû û yek ji bajarên ku hejmar her diçe zêde dibe Mêrdîn e û hat hînbûn ku li nexweşxane û wargehan cih nemaye. Li bajar heta niha 200 xebatkarên tenduristiyê enfekte bûn. Beriya cejnê Hevseroka Odeya Tabîban a Mêrdînê Derya Etem banga ‘li malê bin’ li welatiyan kir.   ‘Hejmar gihişt 5 hezarî’   Deryayê daxuyakirin ku li bajar hejmar gihiştiye 5 hezarî û li nexweşxaneyan cih nemaye û wiha pê de çû: “Niha li nexweşxaneyan cih nemaye. Kesên testa wan pozîtîf derketine û nexweşên rewşa wan giran dipên ku nexweşên din bên taburcîkirin. Heta niha 200 xebatkarên tenduristiyê yên testa wan pozîtîf derketine hene. Di vê hejmarê de hevalên rewşa wan giran hebûn, lê rewşa wan baş dibe. Hevpîşeyên me yên baş dibin û diçin malên xwe vê carê testa malbatên wan pozîtîf derdikeve. Bi taybet li Qoserê hejmar zêde ye. Vîrus heta gundan belav bûye.”   ‘Bila di cejnê de her kes li malên xwe bin’   Deryayê destnîşan kir ku ji bo nexweşên rewşa wan giran bê dermankirin divê nexweşên li nexweşxaneyê baş bibin û bên derxistin û wiha pê de çû: “Divê mirov baldar bin. Di vê rewşê de divê dawet û bernameyên qerebalix pêk neyên. Divê dest û rû bên dezenfektekirin. Nexweşên enfekte li derve digerin. Bi taybet divê welatî di cejnan de baldar tev bigerin.”   ‘Divê di ferqa cîdiyetê de bin’   Deryayê di dawiya axaftina xwe de bang li welatî û hikûmetê kir û wiha dawî lê anî: “Bila welatî di cejnê de li malên xwe bin, tedbîrên xwe bigirin. Divê mirov di rojên pêş de li paqijiya xwe û navbera civakî baldar bin. Divê di ferqa vê cîdiyetê de bin.”