'Divê em zimanên li ser axa Mezopotamyayê ji pişaftinê biparêzin' 2020-07-29 09:01:06   Sorgul Şêxo   QAMIŞLO - Mamosteya Zimanê Suryanî Henar Erûr a ji pêkhateya ereb e derbarê hînbûna xwe ya zimanê Suryanî û girîngiya wê de wiha got: "Gelên ku li ser axa Mezopotamyayê dijîn, neçar in ku zimanê hev û din hîn bibin û hemû zimanan ji pişaftinê biparêzin."   Pirrengiya neteweyên li Mezopotamyayê ango di navbera her dû çemên Dicle-Firatê de dijîn, di ziman, çand, exlaq û kevneşopiyên civakî de girêdaneke ku dilê hemî mirovan digihîne hev heye. Suryaniyên ku li Tirkiyeyê dijiyan, di navbera salên 1915-1916'an de rastî gelek êrîş û komkujiyan hatine. Ruxmî hêzên ku dixwestin hebûn û nasnameya suryan, aşûr, kildan û ermeniyan qir bikin, lê dîsa jî li dijî vê yekê wan nasname û zimanê xwe bi rêya axaftin û perwerdekirina nifşên nû hewil dan biparêzin.   Saziya Olaf Tao ya ji pêkhateya ereb e zimanê Suryanî hînî jinên Suryan dike û ji bo dayina waneyan di dibistanan de wekî mamosteyan wan amade dike. Lê tişta balkêş ev e, ne tenê suryan jinên ereb û kurd jî perwerdeya zimanê Suryanî dibînin, xwe amade dikin ku waneyên Suryanî li gorî meteryalên  nû yê Suryanî, di dibistanên Rêveberiya Xweser de bidin.   Têkildarî vê mijarê me hevdîtin bi mamoste Hena Erûr, ku bi eslê xwe ji Idlibê ye ji pêkhateya erebe û  zimanê Suryanî hîn dibe, kir.   'Ji Idlibê heta Qamişloyê'   Hena wiha dest bi axaftina xwe kir: "Em bi eslê xwe ji bajarê Idlibê ne û ji pêkhateya ereb in, malbata me bi mebesta kar çûn Helebê, li wir min dibistana amadekariyê xwend. Piştî ku 2011'an de şer dest pê kir û êdî Heleb û taxên wê hatin bombebaran kirin, em neçar bûn ku vê carê berê xwe bidin Tertûsê û jiyana xwe dewam bikin. Paşê min û hevjînê xwe me hatina bajarê Qamişloyê hilbijart, ji ber ku min sîstema Rêveberiya Xweser li vir pir ecibandibû."   'Yek ji mamosteyên Olaf Tao im'   Hena da zanîn ku bi mebesta hînbûna zimanê Suryanî niha li Olaf Tao perwerdeyê dibîne û wiha domand: "Piştî ku ez hatim Qamişloyê, min dixwest di beşê perwerde û dibistanan de cihê xwe bigirim, ji ber wê di sala 2017'an de min serî li saziya Olaf Tao a zimanê Suyranî da, piştî perwerdeya heyvekê, ez hatim qebûlkirin. Min refa 1'ê heta  4'an, nêzî 3 salan xwend bi vî rengî ez bûm mamoste û niha perwerdeyê ser biranşê Suryanî dibînim."   'Zimanê Suryanî ji kevintirîn zimanê li Mazopotamya ye'   Hena wiha behsa zimanê Suryanî û girîngiya wê dike: "Zimanê Suryanî zimanekî kevnar e û paşguhkirina wê ji aliyê Rêjîmê ve sûcek bû. Yek ji ew netewên ku li Sûriyeyê jiyane Suyran in û navê Sûriyeyê bi xwe jî ji Suryan hatiye. Rêveberiya Xweser derfet da gelê Suryanî da ku bikaribin ji nû ve zimanê xwe zindî bikin û bi nifşên nû re mezin û dewlemend bikin. Gelek peyv di zimanê erebî de hene bi eslê xwe Suryanî ne, lê tu kes wê nas nake."   'Rêveberiya Xweser derfeteke dîrokî da gelê Suryanî'    Hena bal kişand ser gavên ku Rêveberiya Xweser di zindîkirina zimanên ku hatibûn paşguhkirin de avêtiye û wiha pê de çû: "Di dema Rêjîmê de Gelê Kurd ji hînbûna bi zimanê xwe bê par bûn, gelê Suryan jî ne li dibistanan tenê li dêran dikarîbûn zarokên xwe hînî zimanê Suryanî bikin. Rêveberiya Xweser derfeteke dîrokî da gelê Suryanî ku dîsa bikaribin zimanê Suryanî zindî bikin û wê ji pişaftinê biparêzin. Nifşên nû niha dîrok û çanda xwe ne ya neteweyên din dixwîne."   'Temsîla welatê xwe yê rengîn dikim'   Hena da xuya kirin ku bi hînbûna gelek zimanan ew temsîla welatê xwe dike û wiha dirêjî da gotina xwe: "Gelek kes ji min re dibêjin te çawa dikaribû bi erebî, zimanê kurdî û suryanî biaxivî. Mirov ji çi hez bike dikare bibe evîndarê wê. Bi hînbûna zimanê erebî, kurdî û suryanî ez temsîla welatê xwe yê rengîn dikim."   'Her dareke berhemdar rastî lêdana keviran tê'   Hena destnîşanî aliyên ku dixwazin zirarê bidin projeya Rêveberiya Xweser û wiha dawî li gotina xwe anî: "Tu dewlet ango hêz nameya ku Rêveberiya Xweser di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, bi pir rengî, çandî û demokrasiya netewan diyar dike, qebûl nakin û hemî hewldanên xwe dikin ku zirarê bidin wê. Rêveberiya Xweser mîna dareke berhemdar e, çiqasî berhem bide ewqasî rastî êrîşan tê. Lê erka her mirovekê/î ye ku projeya Rêveberiya Xweser biparêze û mayînde bike ye."