Mensûr Işik ê tundî kir hat dûrxistin 2020-07-28 14:20:56   AMED - Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku ji ber tundiya ku li jina bi wî re zewiciye kiriye 2 salan cezayê dûrxistinê dane Parlamenterê Mûşê Mensûr Işik.    Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, li Amedê civîneke çapameniyê li dar xist û biryara ku Lîjneya Dîsîplîna Navendî ya Partiya wê derbarê Parlamenterê Mûşê Mensûr Işik de ku  tundî li jina bi wî re zewiciye, kiribû aşkere kir. Meral derbarê mijarê de ev tişt got: “Lîjneya dîsîplînê bi şertê ku gotinên jinê esas in lêpirsîn da destpêkirin û di vê çarçoveyê de hem Mensûr Işik hem jî Ebrû Işik guhdar kir. Parastinên wan hatin girtin û angaşt hatin guhdarkirin. 2 sal cezayê dûrxistinê li Mensûr Işık hat birîn.”