Dadgehê girtekên binçavkirinê xwest 2020-07-28 13:31:12   RIHA  - 2’yemîn danişîna doza Dozgîn Temo ya ji Bakurê Sûriyeyê hat revandin û teslîmî Tirkiyeyê hatibû kirin, pêk hat. Dadgehê girtekên binçavkirinê xwest   Hêzên paramîlîter ên ji Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) pêk tên ku girêdayî Tirkiyeyê ne di êrişa li dijî gundê Mişrefa Eyn Îsa de Dozgin Temo (Çîçek Kobanê) desteser û birîndar kiribûn û pişt re radestî Tirkiyeyê kiribûn. 2’yemîn danişîna doza bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” derbarê Dozgîn de hatibû vekirin li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat dîtin.    Dozgîn ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Rihayê anîn dadgehê. Parêzera Dozgîn Hîdayet Enmek jî beşdarî danişînê bû.    Danişînê bi parastina Dozgîn Temo dest pê kir. Dozgîn îfadeya xwe bi rêya wergervan bi kurdî da. Dozgîn di parastina kir de, sûcdariyên li dijî xwe red kirin û wiha got: “Min di pevçûnek şer de cih negirtiye. Dema ez hatim binçavkirin, 2 gule li lingê min hatin xistin. Ez bi vî awayî birîndar bûm û hatim binçavkirin.”   Delîl tune ne   Parêzera Dozgîn Hidayet Enmek dûre parastin kir û wiha axivî: “Derbarê muwekîla min de di dosyayê de tu delîl tune ye. Dîsa muwekîla min ji aliyê kê ve hatiye binçavkirin û bi çi awayî hatiye binçavkirin ne diyar e. Derbarê vê tu girtek tune ye. Dîsa  derbarê çawa  birîndar bûye de jî tu delîl tune ye. Di heman demê de delîlên muwekîla min li dijî Tirkiyeyê şer kiriye û beşdarî çalakiyê bûye de jî, tu delîl tune ye.”    Şandeya dadgehê piştî navberek kurt, biryar da ku agahî û girtekên di dema  binçavkirina Dozgîn de hatine girtin,  ji dadgehê re bên şandin û dûre danişîn taloqî 22’yê Îlonê kir.