Parêzerên Abdullah Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin 2020-07-28 11:47:09   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ye, Newroz Ûysal, Mazlûm Dînç, Cengîz Yureklî û Faîk Ozgur Erol ji bo ku sibehê bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Ji parêzerên Abdullah Ocalan Newroz Ûysal û Mazlûm Dînç, piştî 8 salan di 2019’an de bi muekîlê re 4 hevdîtin kiribûn.     Ji 7’ê tebaxa 2019’an de ne bi erênî û ne jî bi neyînî bersiv ji serlêdana parêzeran re nayê dayîn.