Mal û milkên sivîlan didizin û li Til Helefê difroşin 2020-07-28 10:13:38   HESEKÊ - Li gor çavkaniyên herêmî komên girêdayî dewleta tirk, mal û milkên sivîlên gundê Erbeyîn û Leylan yên bi ser navçeya Til Temirê ve didizin, derbasî Serêkaniyê dikin û diforşin.    Roj bi roj kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê li dijî gelê herêmê, xwe dide der. Piştî ku dewleta tirk û komên girêdayî wê Serêkaniyê û bi sedan ji gundewarên wê, gundewarên navçeya Til Temirê, kirin bin kontrola xwe şûnde êdî dest dizî û talanê hat kirin. Dest bi diziya mal û milkên sivîlan kirin, her wiha malên wan jî şewitandin.    Li gorî çavkaniyên herêmî tê gotin ku komên girêdayî dewleta tirk ev çend roj in dîsa dest bi diziya mal û milkên sivîlên gundê Erbeyîn û Leylan yên ku dikevin li ser rêya M4, kirine.   Her wiha li gorî ku di wêne de jî tê xuyakirin, alavên malê û depoyên avê, li otombîlên xwe bar kirine û wan derbasî Serêkaniyê dikin.  Da ku li bazara navçeya Til Helefê ji bo malbat û niştecihên wê herêmê  bi pereyên pir bifroşin.     Tê zanîn ku li navçeta Til Helefê komên girêdayî dewleta tirk bazareke firotina  dizîna mal û milkên şêniyên herêmên dagirkirî ji xwe re vekirine. Tê de hemû tiştên ku ji malan dizîne difroşin.