Li Mexmûrê li dijî tecrîdê daxuyanî hat dayin 2020-07-28 09:21:29   MEXMÛR - Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstêm Cûdî (Mexmûr) tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin: “Hûn nikarin bi milyonan mirovî têxin nava çar dîwaran. Rêbertiya me hêz û îradeya me ye.”   Şeniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstêm Cûdî (Mexmûr) tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku  bi awayek giran ji aliyê dewleta Tirk ve tê meşandin, bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar kirin.   Daxuyanî li Navenda Çand û Hûnerê (NÇHM ) a Mexmûrê bi peşengitiya  Meclîsa İştar bi tevlîbûna  sedan şeniyên Wargehê hate dayin. Beriya daxuyanî were xwendin ji bo tevahi Pekrewanên azadiyê deqeyêk rez hat girtin. Daxuyanî li ser navê  Reveberiya Meclîsa İştar Xantûr Kara ve hat xwendin.    Daxuyanî wiha ye:    “Hûn nikarin bi milyonan mirovî têxin nava çar dîwaran. Rêbertiya me hêz û îradeya me ye. Jiyana mirovahiyê bi qeyranên pergala kapîtal dayî avakirin re, hatiye ber asta man û nemanê, bi tu şêweyî li çareseriyê nayê gerandin. Ji ber ku, bi xwe bi avakirina koma qeyranan hebûna xwe  avakiriye û dide berdewamkirin.   Ji vê werçerxa stewr  xilasbûna mirovahiyê tenê bi pergala Xweseriya Demokratîk ya Gelan gengaz e ku mîmarê wê Rêber Apo 21 sale di girtîgehê de di bin tecrîtek girankirî de tê girtine. Pergala desthilatdar ku li hemberî pir rengî,demokrasi û wekheviyê ye, her fikir û tevgera ku li beramberî xwe weke alternatif dibîne ji bo ji holê rake, serî li hemû rêbazan dide. Di sedsala 21 an de, yekane alternatif tevger û fikra ku Rêber Apo daye avakirine. Jiber vê yekê jibo tunekirin, ji holê rakirina xeta Rêber Apo, tevgera azadiya Kurdistanê û vê pergalê hêzên desthilatdar ketine nava liv û tevgerê. Lewra bi komployeke navdewletî û bi armanca tunekirina tevgera azadiya Kurdistanê Rêber Apo hate girtin û radestî dewleta tirk a faşist hate kirin. Bi salane û bi hincetên cuda û bi her şêweyî  dibin astengiyan li ber hevdîtinên malbat û parêzeran ji Rêbertiyê me re derdixin. Li beramberî van hêzên cîhanî Rêber Apo bi sekna xwe ev hemû kiryarên wan vala derxist û her ku çû xeta berxwedanê ji nav dîwarên Îmraliyê bilindkir û belavî cîhanê kir.   Lewra yek ji sêyemîn sendikayên kar yên herî mezin ya Îngîltereyê  di kongreya xwe ya 98 . ku di 8-11 Hezîrana 2020’an de, li paytexta Îrlana Dublîn’ê hatî li darxistin de dan diyarkirin ku di çareserkirina pirsgirêka Kurd de “Ocalan” weke aktore sereke destnîşan kirin û gotin “Dem Hatiye ku Ocalan Azad bibe.”  Sendikaya ku dide  diyarkirin, ku wê “Ocalan pêvajoya çareseriyê bilez bike û banga lezgîn ya serbest berdana Ocalan kir.”    ‘AKP bi qedera xwe dileyze’     AKP bi qedera xwe dileyze! Desthilata faşişt a AKP-MHP’ê polîtîkayê tunekirina Kurd û Kurdistanê bi leza xwe a herî dawî dixe meriyetê. Dema em ber bi temambuna sedsaliya peymana Lozanê ve diçin dewleta faşist li gund, bajar û çiyayên Kurdistanê êrîşên xwe yên siyasî, hewayî û bejayî dijwar dike ango konsepta tunekirina gelê Kurd û Kurdistan bi biyaniyan dagirtinê xistiye meriyetê di çarçoveya vê konsepta xewna xwe ya Misaqê Mili  de bi çeteyên DAIŞ ê her roj êrîşî Rojavayê Kurdistanê, bi hevkarên xwe êrîşî Başûrê Kurdistanê û bi polis, jandarma û bekçiyên xwe jî êrîşî her tax û bajarên Bakurê Kurdistanê dike. Zindan bi girtiyên siyasî dagirtiye, hema bêje jimara zîndanan ji yên dibistan û nexweşxanyan zêdetir e di Turkiyê de û piranî bi Kurdan dagirtîne. Jiber vê yekê hukumeta ku bi tu şêweyî nêzîkî çareseriyê nabe û di şer û qirkirina netewekê de israr dike, gel û dewleta tirk ber bi siberojeke nediyar ve dehf dide, bi qirkirina kirîzên aborî, civakî re her roj malbat bi temamî xwe tunedikin, bi hêrsa şer daristan û derdor tê şewitandin, ji ber zilm û zordariya heyî bi hezaran rojnameger, parêzer, akademîsyen ku weke loba mejiyê civakê tên pênasekirin ji tirkiyeyê koç dikin û yên dimînin jî tên girtin û bêdengkirin. Ji derveyî hevkaran kesên din nikarin hebûna xwe berdewam bikin.    Li beramberî pêla şoreşa jinan , polîtîkaya qirkirina jinan tê meşandin.Li aliyê din bi dîroka Kurd re êrîşî hêza dinamik ya şoreşa Kurdistanê jinan dikin. Li beramberî Gotina Rêber Apo ya dibêje “ Pêwîste 24 seetan liser azadiya jinê were fikirîn û xebitîn” dewleta faşîst 24 saetan li ser tundî, kuştin,tacîz û tecawizkirina jinê difikire û dixebite, ji zarokên 13 salî bigire heya jinek 50 salî, ji xwendevanek zanîngehê bigire heya jinek karmend, ji aktîvîsteke mafê jinan bigire heya vîna gel û parlementerên jin hem û di hedefa bekçî, jandarma û polîsên dewletê de ne. Her kêlî bi tacîz, tecawiz, lêdan, heqaret û kuştînê re rubirune. Heta di binçavan de bi lawiran îşkence li jinan hate kirin û di asta hovitiya li hember jinan de Dewleta Tirkt a faşist mohra xwe li dîroka îşkencekaran daye.      Weke jinên wargeha Ş.Rustem Cudî, ku ev salek zêdetire weke wargeh dibin dorpêçeke der mirovahiyê re ru bi ru hatine hiştin van êrîşan şermezar dikin, jibo me her bostek xaka Kurdistanê parçeyek ji zarokên me yên qehremane û parastina vê xakê erka her kesayetek Kurd e.    Em tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan û rêhevalê jinan yê herî rast  Rêber Apo şermezar dikin û bi tu şêweyî napejirînin  ku weke Sendîkaya Karkeran ya Îngîltere jî gotî : “Dem Hatiye ku Ocalan Azad bibe” pêwîst e kêliyek ji ya din zûtir Rêbertî  were berdan û ev qeyran were çareserkirin û dawî li qirkirinên jinan were anîn. Jiber vê em dibêjin azadiya Rêber Apo azadiya jin û gelên bindest e.”    Daxuyanî bi dirûşmên: “Bijî Serok Apo”,”Bijî Berxwedana Jinan”,”Bijî Yekitiya Gelên Bindest” dawî bû.