'Qayuman jinên ji kar derxistin mexdûr kirin' 2020-07-28 09:06:05   Medya Uren   ÊLIH - Sohbet Arslan a ku ji ber ji şaredariyê ji aliyê qeyûm ve ji kar hat derxisitn û kesek kar nadiye got: “Bi hêncetên vala qeyûm tayînî şaredariyan kirin û wan jî  em ji kar derxistin ku îro hîna em wê mexduryetê dijî.” Nafiye Savaş jî ku neçare zarokên xwe xwedî bike got: " Ji xebata jinan re dibin asteng û ji ber van sedeman li Êlihê rêjeya bê kariyê ya jinan zêde bûye.”   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di encama hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adara 20019’an de 65 şaredarî bi dest xistibûn. Li gel ku mazbataya 6 hevşaredaran nehat dayîn, qeyûm tayînî 40 şaredariyên HDP'ê hat kirin. Di serdema beriya vê hilbijartinê de jî qeyûm tayînî 102 şaredariyan hatibû kirin û ji van şaredariyan 96 yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bûn. Bi hatina qayuman re komeleyên jinan, navendên çand û hunerê, komeleyên zarokan ku di bin banê şaredariyê de xebatên xwe didan meşandin hatin girtin. Bi taybet jin bi hezaran kes ji kar hatin avêtin û mexdur bûn.   Yek ji şaredariyên ku qeyûm tayînî wê hat kirin jî Şaredariya Êlihê ye û di lêkolîna ku me kir de me derxist holê ku piştî qeyûm tayînî şaredariyê hatiye kirin jinên ku ji kar hatine dûrxistin di warê aborî pirsgirêkan dijîn.   Herwiha gelek kes jî ji bo ku ji şaredariyê ji kar hatin derxisitn li derve jî kes kar nade wan. Li gel ku gelek kesên weke Sohbet Arslan nikarîn di karekî de bi cih bibin yên weke dayîka Nafiya Savaş ku di karên hatiniya wan kêm de dixebitin jî hene. Sohbet û Nafiya ji ajansa me re qala rewşa xwe ya aborî kirin.   ‘Di warê aborî de em ketin zorê’   Sohbet Arslan di pêvajoya 2012’an de li şaredariya Êlihê ku di destê  DBP’ê de bû di karê karsaziyê û di SELİS’ê de xebitiye. Piştî qayûm hat tayînkirin û şûnde ji kar hatiye derxisitn. Sohbetê derbarê qayûm û nêzîkatiya wî ya li hember wan  waiha got: “Qayûm çawa hat êrişî jinan û komeleyên wan kir. Ji xwe SELİS mînaka vê ya ber bi çav e. Di demên dawî de jî em hîn bûn ku li cihê me mêr hatine tayînkirin. Em berî hertiştî jin bûn, law bûn û welatiyên vir bûn. Di despêkê de ji êrişa wan ji ber vê sedemê bû û niha ji ev êriş bi heman rengî berdewam dike. Ji xwe armanca hatina qayûmê ji vê yekê zêdetir ne tiştekî din bû. Derxistina jinan ji kar jî li gel hincetên pûç pêk hat. Ev kesên ku ji kar hatin dûrxisitn gekên wan  berê jî ji aliyê dewletê ve hatine mexdûrkirin. Dikarim bibêjim ku di milê derûnî û aborî de jî mexduryetek mezin hat jîyîn.”   ‘Bi salan e ez kar nabînim’   Sohbetê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku ji ber ew ji şaredariyê ji aliyê qayûm ve hatiye durxistin kesek newêre wê bigire kar jî û got: “Li Êlihê bi taybet ji bo jinekê dîtina kar gelek zahmet e. Min ji kar avêtin û bi min re xuşka min a ku karê tendirustiyê dike jî ji kar hat avêtin. Bi vî rengî ji hemû rêyên me ên ku em debara xwe pê bikin birîn. Sedema derxistina me ya ji kar tenê kurdbûna me û xwedîderketina li nasnameya xwe ye. Li ser vê bêmafiyê jî me serî  li hemû riyan da ku em karekî bibînin. Ji karê paqjiyê hetanî hemû karan min serî lêda. Lê mixabin tiştek me bidest nexist. Ez hîna betal im. Mexduryeta ku qayûm daye me daye hemû civakê jî. Qayûm xespkirina vîna gel e.”   ‘Rêjeya jinên karker her ku diçe kêm dibe’   Nafiya Savaş ku di şaredariyê de karê şûştina cenaze dikir, bi tayînkirina qeyûm ji kar hat derxistinû rewşa wê ya aborî her ku diçe zêde dibe. Nafiye ya ku temenê wê 54 e neçare ku zarokên xwe xwedî bike û mexdûriyeta dijî wiha vegot: “Li Êlihê rêjeya karkerên jin jixdwe hindik bû, her ku diçe jî kêm dibe. Sedema kêmbûna rêjeyê jî bi piranî ji ber kesên ku hatin mexdûrkirin û ji kar hatin avêtin e. Ev ji dide nîşa kirin ku qayûm bi taybetî êrişek li hemberî jinan bû. Ji ber ku kesên ji kar hatine derxistin piraniya wan jin in. Dema ku min jî ji kar avêtin min pirsgirêkên mezin jiya. Min serî li hemû riyan da ku ez karek din bibînim. Lê mixabin karên ku dibînim jî ez bi kedeke erzan li wan dixebitim. Ez hem bi zarokan re mijûl dibûm hem jî diçûm ji derve min karê çandiniyê ji kesên din re dikir. Ev jî têra debarê nake. Demek dirêj bi vî rengî derbas bû û niha jî min dukaneke biçûk a kadeyên sêlê vekiriye. Tenê kiraya wê 600 TL ye. Mixabin gelek caran kîraya wê ji dernakeve.”   ‘Divê ji jinan re qada kar were vekirin’   Nafiye wiha berdewam kir: “Dil dixwest ku cihek mezintir ku em bikarin pê debara xwe bikin vekin. Lê mixabin ji ber rewşa aborî hêza me tunebû ku em vekin. Me cihek wisa biçûk vekir.  Hevalên me yên ku nikarin vê yekê bikin jî hene mixabin. Gelek ji wan yên ku bi tenê ne û nikarin zarokên xwe xwedî bikin hebûn. Ji karavêtin bê wicdanî bû. Kes bi hincetên vala hatin mexdûrkirin. Ya herî xerab jî piştî şaredariyê kesekî em negirtin kar. Li cihê ku cihê jinê di qada aborî de zêde bikin her ku diçe kêm dikin. Her ku diçe sînorên wan teng dikin û destkeftiyên wan tune dikin.”   ‘Tayînkirina qayum suc e’   Nafiye bal kişand ser girtina komeleyên jinan û got armanca li vir binpêkirina destkeftiyên jinan bû û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Komeleyên weke  SELÎS'ê ku jin li wan dixebitîn  cihên jinan mêr hatibûn tayînkirin. Bi sedan cihên din ên weke cihên çand û hunerê hatin girtin. Ev êrişek li dijî Gelê Kurd û jinên kurd bû. Gelek jinên ku bi dîplome ne yan jî bê dîplome ne niha bê kar mane.   Gelek ji van jinên ku ji kar hatin dûrxistin ji ber ku nikarin debara xwe bikin li destê mêran dinêrin û bi tundiya mêr re rûbirû dimînin. Herî dawî dibêjim ku tayînkirina qeyûm sûc e. ”