‘Divê gelê Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşan rabin serhildanê’ 2020-07-28 09:05:49   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Endama Rêveberiya (Tev-Dem) Raperîn Nûrheq têkildarî  êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê nirxandin kir û wiha got: "Dewleta tirk cesareta êrîşkirinê ji bêdengiya hikûmeta herêma Kurdistanê û Îraqê digire. Divê gelê Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşan rabin serhildanê."    Dewleta tirk ji sala 1983'an de êrîşî Başûrê Kurdistanê dike. Li ser bingehê lihevkirina sala 1983'yan ya parastina ewlehî û sînorên herdu welatan ev 37 salin  li Başûr bi cih kiriye. Dewleta tirk heta niha ji 20 heta 30 ji xaka Başûrê Kurdisanê xwe bi cih kiriye.   Lihevkirina 1983'an   Dewleta tirk di sala 1983'yan de bi serokê Îraqê yê berê Sedam Huseyin re lihevkirinek çêkiriye. Bi armanca ewlehiya di navbera herdu welatan de û parastina sînor ev peyman hat îmzekirin. Li gor hevpeymanê herdu dewlet dikarin 10 k.m derbasî xaka welatê din bibe. Ev lihevkirin bûye hinceta dewleta tirk ya pêkanîna armanca xwe û dagirkirina axa Kurdistanê.     Êrîşên li ser herêmê   Tirkiyeyê ji sala 2017'an de bi riya êrîşên hewayî û bejahî êrîşên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê bê navber berdewam dike. Dewleta tirk di 14'ê Hezîranê de operesyona bejahî û hewayî ya bi navê 'Penca Qertal' li ser Başûrê Kurdistanê da destpêkirin. Di vê demê de herî zêde êrîşên xwe li ser Herêma Biradostê, gundê Lêlkan, Gelî Reş, Çiya Dêl û Bermîze dike. Carna jî êrîşî kampa Mexmûrê û Şengalê jî dike. Her wiha ev zêdetirî mehekê yê jî bi rengekî dijwar herî zêde êrîşî Heftenînê dike. Di van êrîşan de gelên herêmê dibin armanca topên dewleta tirk. Her wiha gund û herêm bi darê zorê ji gelê wê tên valakirin. Baregehên leşkerî yên tirkiyeyê bi alîkariya pêşmergeyên PDK'ê tên parastin û pêşmergeyan gelek noqteyên xwe radestî leşkerên tirkiyeyê dikin. Dewleta tirk heta niha 25 baregehên leşkerî û noqteyên xwe yên sîxuriyê bi rengekî eşkere ava kirine. Piraniya navendên Mîtan li Herêma Duhokê ne, herwiha li bajarokê Batûfa ya girêdayî navçeya Zaxo, li nevenda Zaxo û Duhokê jî baregehên wan hene.    Têkildarî van mijaran Endama Rêveberiya (Tev-Dem) Raperên Nûrheqa nirxandin kir û ji me re parve kir.    ‘Kurd heger yekîtiya xwe ava bikin wê tu carî neyên şikandin’   Raperînê di destpêkê de êrîşên li ser Gelê Kurd nirxand û wiha got: "Dewleta tirk herî zêde çiyayên Kurdistanê armanc digire û berê topên xwe daye Başûrê Kurdistanê. Rewşa Başûrê Kurdistanê ji perçeyên din cudatir e. Ji ber ku him hikûmeta Îraqê, him jî hikûmeta herêma Kurdistanê lê hene. Dewleta tirk bi top, tank, balafir û leşkerên xwe êrîşî Gelê Kurd, çiyayên Kurdistanê û gundewarên Başûrê Kurdistanê dike.  Ev yek ji bo tevahî Gelê Kurd derbeyeke mezin e. Tirkiye maneyan derdixe ku Kurdistanê dagir bike. Li tevahî Rojhilata Navîn şer, serhildan û pevçûn hene. Di dema îro de êrîş li ser şaristanî, mirovahî, hebûn, nasname, pergal û rêxistinbûna Gelê Kurd heye. Di nava van hemû êrîşan de yekîtiya Gelê Kurd tirsa herî mezin ji dewleta tirk re ava dike. Ji ber yekîtiya her çar perçeyên Kurdistanê tê wateya bi hêzbûyîna Gelê Kurd û têkbirina dagirkeriyê. Kurd heger yekîtiya xwe ava bikin wê tu carî neyên şikandin."   'Divê gelê me li hember şerê taybet hişyar bin'   Di domandina axaftina xwe de Raperînê hişyarî da Gelê Kurd ku li hember pilana hişyar bin û wiha domand: "Komkujiya Geliyê Zîlan, Dêrsim, Helepçe û komkujiyên li Rojava jî Gelê Kurd bi dawî nekir. Asta berxwedana  mirovê kurd bilindtir bû û fedaytî pêş ket. Êrîşên bi vî rengî hêza me lawaz nake, ji ber ku berxwedan û têkoşîna me di astên pêş de ye. Dewleta tirk li aliyê şerê leşkerî, şerê taybet jî bi kar tîne. Niha dewleta tirk li tevahî Kurdistanê pergala xwe ya sîxurtiyê pêş xistiye. Bi taybet li Başûrê Kurdistanê noqteyên xwe ava kirine. Divê ku gelê me ji bo vê mijarê taybet hişyar bin."   ‘Tirkiye biryara erêkirina êrîşan girtiye’   Raperînê bal kişand ser hevpeymanên ku rêya êrîşan ji tirkiyeyê re vekiriye û wiha dirêjî da gotina xwe: "Heger îro dewleta tirk cesaret dike ku êrîşên bi vî rengî li Başûrê Kurdistanê pêş bixe ev yek hevkarî û piştgiriya hikûmeta Herêma Kurdistanê û ya Îraqê teqez dike. Li ber çavên hikûmeta Başûrê Kurdisanê ewqas komkûjî di derheqê mirovan de tên kirin. Ev bêdengî lihevkirin û komploya di navbera wan de diyar dike. Hebûna baregehên dewleta tirk a di hûndirê Başûrê Kurdistanê de ne nû ye, ji berê de li aliyê Metîna 15 baregehên wan hebûn."   ‘Divê gelê Başûr serhildanan bide destpêkirin’   Raperînê di dawiya axaftina xwe banga gelê Başûrê Kurdistanê kir ku xwedî li axa xwe derkevin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Heger ne ji tevgera azadiyê ba herêmeke navê wê Şengal wê tune baya. Loma divê ku gelê Şengalê li dijî van êrîşan xwedî sekneke mezin bin. Her wiha ji bo gelê Başûrê Kurdistanê jî, divê ku bizanibin kî wan diparêze û canê xwe ji bo we feda dike. Divê gel serhildanan dest pê bike. Heger civak rabe wê çaxê desthilatdarî jî namîne. Divê ku gel xwedî li çand, destkeftî, berxwedana xwe ya dîrokî derkevin û yekîtiya xwe ava bikin. Her wiha ji bo yekrêziya mala kurdî jî, divê ku hemû partî, rêxistin û gelê me yekîtiya xwe ava bikin. Armanca me kongreyeke neteweyî û Kurdistaneke serbixwe ye."