ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2020'AN 2020-07-28 09:00:00   *Mamoste Roşîn Hemî di derbarê kar û xebatên navenda Hêvî ya astengdaran de wiha got: "Bila zarokên we yên astengdar di nava hevalên xwe û zanistê de mezin bibin, ji bo bikaribin di pêşerojê de daxwaz û hêviyên xwe pêk bînin. Ji bo pêşxistina di qadên civakê de divê em ji astengdaran re bibin alîkar." DÎMEN HEYE   *Emîre Xeyredîn a ku bi temenê xwe yê 71 salî ye û tevlî pêşengeha Şehîd Herekol bûye derbarê girîngiya xwendin û nivîsandinê de wiha got: "Ji bo fêmkirina jiyanê pêwîstî bi xwendineke rast heye. Naskirina çanda xwe û yê netewên din di cîhanê de cihê şanaziyê ye. Dema ku ez têm pirtûkxaneyê, wekî ku têm baxçeyekî gulên rengo reng. Bêhna pirtûkan ji min re wekî bêhna rihanê tê."DÎMEN HEYE   *Fatma Hekîmoglu û Ayşe Oden ku xwişkên hev in, li pey xeyalên xwe çûne û cihekê xwarinên malê vekirine. Herdu xuşkan diyar kirin divê jin xwe bi xeyalan sînordar nekin û ger ku bixwazin dikarin her karî bikin. DÎMEN HEYE   *Jinên ji Kobanê li dijî êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê wiha gotin: "Em ê nehêlin dewleta tirk derbasî ser axa me bibe." DÎMEN HEYE   *Endama Rêveberiya (Tev-Dem) Raperîn Nûrheq têkildarî  êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê nirxandin kir û wiha got: "Dewleta tirk cesareta êrîşkirinê ji bêdengiya hikûmeta herêma Kurdistanê û Îraqê digire. Divê gelê Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşan rabin serhildanê." DÎMEN HEYE   *Sohbet Arslan a ku ji ber ji şaredariyê ji aliyê qeyûm ve ji kar hat derxisitn û kesek kar nadiye got: “Bi hêncetên vala qeyûm tayînî şaredariyan kirin û wan jî  em ji kar derxistin ku îro hîna em wê mexduryetê dijî.” Nafiye Savaş jî ku neçare zarokên xwe xwedî bike got: " Ji xebata jinan re dibin asteng û ji ber van sedeman li Êlihê rêjeya bê kariyê ya jinan zêde bûye.” DÎMEN HEYE   *Li gundê Rihanî yê navçeya Silopiyê, jinên ku di karê fistiqan de dixebitin, anîn ziman ku li dijî hemû zehmetiyên dibînin keda wan nayê dîtin û gotin: “Em nava rojê di bin tavê de dixebitin, ew qas zor û zehmetî dibînin û bi pereyekî gelek kêm dixebitin.” DÎMEN HEYE   *Li Dêrsîmê di 5’ê Çile de xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku winda bibû û xebatên lêgerîna wê jî bidawî bibûn. Li dijî bertekan tahliyekirina ava bendavê dest pê kir. Jinan ji bo dîtina Gulîstanê bang kirin û gotin: “Mirî an zindî em Gulîstanê dixwazin. Em dixwazin Gulîstanê bidin hembêza dayika wê.” DÎMEN HEYE   *Li Nisêbînê di pevçûnên navbera salên 2015-2016’an hatin jiyîn de 17 jê zarok 70 kes hatin binçavkirin û darizandina wan didome. Di doza Nisêbînê de heta niha 9 çar heb jê muebeta giran rastî 147 sal ceza hatin. BI DÎMEN   * Endama Komeleya Jinan a Star Leyla Abukan, qetilkirina Pinar Gultekîn û bûyerên êrîşên zayendî li herêmê nirxand û got: “Ev ne şîdeteke girêdayê vê pêvajoyê ye. Bi taybetî li hember jin û zarokan sucekî organîze  tê kirin heye.” BI DÎMEN   *Dayika Gulsîm Yîgît ya rastî şîdeta sîstematîk a Umut Yîgît hat û hat qetilkirin, Leyla Karadenîz wiha got: “Ne me ne jî stargehê keça min parast. Bila kujerê keça min bê darizandin.”BI DÎMEN   * Li Kayapinar a Amedê mêrê bi navê Mehmet Fîlîz du zarokên ku li kolanan peçete difrot îstîsmar kir û li ser vê Serdozgeriya Komarê ya Amedê îdianame amade kir. Di îdianameya hat amadekirin de ji bo gumanbar 40 sal ceza hat xwestin, lê dadgehê di rûniştina duyem de tahliye kir.   *Jinên ku bertek nîşanî binçavkirina siyastmedarên jin ê ESP û SKM'ê da wiha gotin:"Do TJA îro SKM. Li dijî êrîşên divê piştevanî pêş bikeve."BI DÎMEN