Girtî wê di tebaxê de du caran hevdîtinê bikin 2020-07-27 16:05:12   ENQERE - Wezareta Dadê ragihand ku wê girtî û hikumxwar di meha tebaxê de bikaribin du caran hevdîtinê pêk bînin.    Wezareta Dadê ji bo hevdîtina girtiyan daxuyanî da. Wezaretê ragihand ku girtî û hikumxwar di meha tebaxê de wê bikarin du caran hevdîtinê pêk bînin. Li gorî vê yekê di 1-10’ê tebaxê û 15-31’ê tebaxê de girtî û hikumxwar di çarçoveya tevdîriên vîrûsa koronayê de bikaribin bi kesên ji malbata xwe re bi du kesan re hevdîtina girtî pêk bînin.