Çalakiya Peymana Stenbolê ew ê bide jiyîn hat lidarxistin 2020-07-27 14:17:12   ÎZMÎR - Meclîsa Jinê ya Konseya Bajêr a Karabaglar têkildarî Peyama Stenbolê daxuyaniya çapemeniyê da û meş li dar xist.    Meclîsa Jinê ya Konseya Bajêr a Karabaglar têkildarî Peyama Stenbolê daxuyaniya çapemeniyê da û meş li dar xist. Daxuyanî li ber Qeymeqemtiya Karabaglar hat dayin. Jinan piştre ber bi Parka Ugur Mumcu meş li dar xistin. Jinan pankartên "Ji tundiyê re na dawiyê li cinayetên jinan bînin","Bijî Piştevaniya Jinê" hilgirtin. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Seroka Meclîsa Jinê ya Konseya Bajêr a Karabaglar Nurhan Yanya hat xwendin.    'Daxwaza daraza adîlane'   Nurhanê got:"Tundî tê rewakirin û jin bi tundiya sîstematîk rû bi rû tên hiştin. Sîstema ku kujeran diparêze jî berpirs e. Cinayetên jinan polîtîk in. Em daxwaza daraza adîlane dikin."   'Ew ê Peymana Stenbolê bide jiyîn'   Nurhanê wiha dewam kir:"Peymana Stenbolê ji ber tê hedefgirtin jin ne di nava ewlehiyê de ne. Dev ji tehdita li dijî destkeftiyên jinan berdin. Ew ê Peymana Stenbolê bide jiyîn."   Piştî daxuyaniyê jin ber bi Parka Ugur Mumcu ve meşiyan. Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.