Rêxistina Civaka Sivîl pêngava alîkariyê dest pê kir 2020-07-27 13:03:36   ŞEHBA - Rêxistina Civaka Sivîl a Herêma Efrînê bi daxuyaniyekê pêngava komkirina alîkarî ya ji bo gelên li kampa Şehbayê dîminin ragihandin.    Rêxistina Civaka Sivîl a Herêma Efrînê pêngava komkirina alîkarî ya ji bo gelên li kampa Şehbayê dijîn bi daxuyaniyekî ragihandin. Di daxuyaniyê de endamên Meclîsa kampa Serdem û Kongreya Star amade bûn. Daxuyanî li pêşiya Meclîsa kampa Serdem a Kantona Şehbayê hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêxistina Civaka Sivîl Zinar Eloş ve hat xwendin.    Daxuyanî wiha ye: "Tevahî Şehba û Sûriye di pêvajoya rewşa aborî ya dijwar de derbas dibin. Şerê Sûriyeyê heta roja îro jî berdewam dike. Ev şer rê li ber hemû berjewendiyên dewletên navneteweyî vedike, di nava wan dewletan de jî dewleta tirk a faşîst roleke bingehîn di hilweşandina Sûriyeyê, koçberkirina gelê herêmê û dagirkirina herêmên Bakurê Sûriyeyê dileyîze. Dewleta tirk gelê resen ên Efrînê bi darê zorê koçberî Kantona Şehbayê kir. Her wiha çeteyên dewleta tirk li hundirê Efrînê her roj kiryarên derveyî mirovahiyê pêk tînin.    Niha Şehba di hemû waran de hatiye dorpeçkirin. Em jî wek Rêxistina Civaka Sivîl erka me ya exlaqî em li rex gelê xwe bimeşin. Ji bo ku em bikaribin êşa gelê koçber siviktir bikin me dest bi pêngava komkirina alîkariyê ji bo gelên li kampa Şehbayê dijîn kiriye. Em wek Rêxistin û Yekîtiya Civaka Sivîl banga civaka navneteweyî, rêxistinên mirovî, hiqûqî û civakî dikin ku bi erka xwe ya mirovî ji bo gelê li kampan dimînin rabin. Her wiha rê li ber binpêkirinên dewleta tirk bigirin. Dewleta tirk li tevahî Sûriyeyê hêzên xwe vekişîne."   Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana gelê Efrînê" bi dawî bû.