Meclîsa Şehbayê salvegera komukijya Til Eran û Til Hasêlê bi bîr anî 2020-07-27 10:53:28   ŞEHBA - Meclîsa Şehbayê bi daxuyaniyekê şehîdên komkujiya Til Eran û Til Hasêlê bi bîr anî.    Di 27'ê tirmeha 2013'an de komên çeteyên Cebhet El- Nusra li gundê Til Eran û Til Hasêl komkujiyek pêk anîn. Meclîsa Şehbayê bi daxuyaniyekê şehîdên komkujiyê li navçeya Fafînê ya Kantona Şehbayê bi bîr anîn. Di daxuyaniyê de Yekîtiya Jina Azad a Şehba, Mala Jinê, Meclîsa Malbatên Şehîdan amade bûn. Her wiha di daxuyaniyê de wêneyê şehîdên komkujiya Til Eran û Til Hasêl hatibûn hildan. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclîsa Fafîn a Şehbayê Azîze Bişar ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha bû: "Di 27’ê Tîrmeha 2013’an de dagirkeriya DAIŞ'ê li dijî gelê me li gundên Til Eran û Til Hasêl komukijiyek di derheqê sivîlan de pêk anîn. Li kêleka wê jî hemû mal, milk û şûnwarên gel dizîn û bû sedema koçberkirina bi sedan niştîmanên gund. Ruxmê DAIŞ ewqas komkujî pêk anîn, lê  civakên navneteweyî bêdengiya xwe diparêzin. Heta roja îro jî Gelê Kurd rastî komkujî û kiryarên dijmirovî tên. Her çiqas dewleta tirk a dagirker hewil bide bi rêya kiryararan gel lawaz bixin ango ji doza wan dûr bixin, lê Gelê Kurd bi yek destî li hember van hevpeymanan disekinin û kêlî bi kêlî îradeya xwe xurtir dikin.   Em car din di salvegera komkujiya Til Eran û Til Hasêlê de şehîdên komkujiyê bi bîr tînin. Em bang li civakên navneteweyî, yekîtiya ereban û rêxistinên mafê mirovan dikin ku ji bêdengiya xwe derkevin û têkevin tevgerê da ku gelên koçber vegerin war û cihên xwe."   Daxuyanî bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.