Di kuştinên jinan de zimanê çapemeniyê: Sûc tê şexsîkirin 2020-07-27 09:09:12   Habîbe Eren   ENQERE - Rojnameger Sevda Karaca diyar kir ku di kuştinên jinan û şîdeta mêr de çapemenî zimanekî ku jinan sûcdar dike bi kar tîne û wiha got: “Ne tenê di nûçegîhandiyê de. Parvekirinên çapemeniya civakî de jî sûc şexsî dikin û hîmên civakî yên şîdetê vedişêrin.”   Edîtora Ekmek û Gul, Sevda Karaca der barê zimanê çapemeniyê yê di warê êrîş û şîdeta li ser jinan de û got ku divê baldarî hebe.    Sevdayê bal kişand ser zimanê çapemeniyê yê li ser kuştinên jinan û got: “Pinar Gultekîn, Fatma Altinmakas, Sevtap Şahîn, Mucella Demîr, Sonbahar Ozcan û gelekên din, di hefteya dawî de ji jinên hatine qetilkirin, her yek ji wan bi hovane hatine qetilkirin. Gelek kuştinên jinan yên di nûçeyan de ji rêzê tên dîtin, em dizanin ku bûyerên şîdet, destdirêjî û întîxarê ne. Jinên bi hovene tên qetilkirin di çapemeniyê de tên nîşandan û ev pêşî li cînayetên din digire. Mînak hefteya Pinar Gultekîn hat qetikirin tevî kuştinên din yên jinan hebûn jî navê Pinarê derket pêş.”   Sevdayê balkişand ser Fatma Altinmakas a li Mûşê bi tecawizê re rûbirû hat û piştre hat qetilkirinê û wiha got: “Fatma li Muşê bi tecawiza birayê hevjînê xwe re rûbirû tê û piştre tê kuştin. Fatma ji bo gilîkirinê diçe qerekolê lê ji ber wergervanê kurdî tune nikare gilî bike. Midûriyeta Xizmetên Malbat û Civakî ya Muşê divê Fatma biparasta, wekê ku jê berpirse, nûçe û parvekirinên çapemeniya civakî hedef girtin. Fatma jinek xizan a kurd e. Rojên ku qetilkirina Pinar Gultekîn derket holê ev bûyer jî hat jiyîn. Berteka mafdar ya li dijî qetilkirina Pinarê hat nîşandan, divê ji bo Fatmayê jî bihata nîşan dan. Fatma bi tecawiza tiyê xwe re rûbirû hat. Hevjînê wê Ftmayê qetil dike. Ev rastî di hinek çapemeniyan wek cînayeta namûsê hat nîşandan.”   Nûçegîhaniyek li ser wekheviyê   Sevdayê destnîşan kir ku ne nûçegîhaniyeke ku newekheviyê diafirîne divê nûçegîhaniyeke wek hev hebe û got: “Ev tenê ne pêkane. Di heman demê de hewcedariyek divê pêk bê ye. Ji bo qanûnên ku jinan diparêzin pêk bên, bêguman berpirsyariya çapemeniyê heye. Di têkoşîna li dijî zayendperestî û newekheviyê de, divê pêşdaraz û klîşeyên bê bingeh neyên dayîn, li şûna vê rastî bên bicihkirin. Di vir de rol û peywira çapemeniyê girînge.”   ‘Gotinên bi xof hatin gotin’   Sevdayê da zanîn ku piştî qetilkirina Pinarê gotinên bi xof di çapemeniya civakî de derketine holê û wiha pê de çû: “ Gotinên wekê ‘Çi karê wê bi mêrê zewicandî re heye, çima jinek ciwan a xwendekar diçe mala mêrekî’, heta terza jiyana wê gotin hatin gotin. Lê qe nebe li dijî van gotinan bertekên mezin hatin nîşandan. Di vir de em dikarin bêjin ku karê rojnameger tenê bi ‘aliyê tê dîtin- bi vegotina bûyerê’ ne sîore. Dema rojnameger cînayet, şîdeta li ser jinê dike nûçe divê bipirse: “Bi nûçeya ez çê dikim, îfadeyên bikar tînim, vîdeo û wêneyên bikar tînim, min çi tercîh kir? Di salên dawî de di nûçeyên tên çêkirin de, di lêgerîna edeletê de, di pêvajoyên hiqûqî de îfadeyên wek ‘hat derbkirin’ tê bikaranîn. Em dibînin ku li alî mêran cih tê girtin.”   ‘Vegotina kuştinan rê dide gumanbaran’   Sevdayê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Me dît ku kujer li vî welatî di googlê de digerin ku wê çiqas ceza bigirin, li hember dadger çi bike wê ceza daxîne, bi kîjan rêbazê bikuje wê pir êşê bikşînin. Gelo me dît jî çi bû? Kujer hatina asta ku ‘başe ku em lê geriyan’. Teşeyên kuştinên jinan bi aşkera wek fîlmên tirsê dikin nûçe Ev jî bêguman rê dide ber mêrên gumanbar. Heman tişt di mijara îstîsmara zarokan de jî tê jiyîn.”