'Komkujiyên Til Eran û Til Hesêl ne yên yekem û ne jî yên dawî bûn' 2020-07-27 09:04:11   Ruperîn Bekir   ŞEHBA - Jinên ku bûne şahidê komkujiyên gundê Til Hesêl û Til Eran yên Kantona Şehbayê wiha dibêjin: "Heta roja me ya îro jî komkujî berdewam dikin, herî dawî jî li Efrîn, Serêkaniyê, Til Rifet û gundê Helincê komkujî pêk hatin, em van êrîşên hov bi tundî şermezar dikin. "   Komên çekdar ên bi navê Cebhet El-Nusra di 26'ê tirmeha 2013'an de êrîşî gundê Til Hesêl û Til Eran ên Kantona Şehbayê kirin. Gundê Til Hesêl û Til Eran ji aliyê hêzên Cebhet El-Ekred ve dihatin parastin. Di wan êrîşan de şêniyên van gundan du rojan li ber xwe dan û di encamê de komên çeteyên bi navê Cebhet El- Nusra bi temamî ev gund dorpeç kirin û di 27'ê Tirmeha 2013'an de komkujî li gundê Til Hesêl û Til Eran pêk anîn. Di wan komkujiyan de  bi dehan kesên sivîl hatin qetilkirin. Bi hatina salvegera 7'emîn a komkujiyên gundê Til Hesêl û Til Eran jinên ku bûn şahidên wan rojê nêrînên xwe bi me re parve kirin.   'Armanc tunekirina vîna gel bû'   Endama Rêveberiya Yekîtiya Jina Azad a Kantona Şehbayê Zehra Kelo di komkujiyan de kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn û wiha got: "Komkujiyên gundê Til Hesêl û Til Eranê bi destê çeteyên bi navê Cebhet El- Nusra pêk hatin. Di wan komkujiyan de bi dehan sivîl hatin qetilkirin. Dema çeteyan êrîşî van gundan kirin meha rojiyê bû û di encama êrîşan de di navbera şêniyên van gundan û çeteyan de pevçûn derket. Hêjmarek zêde kes  li mizgefta gundê Til Eran asî man û sê seatan li wir berxwedaniyek bê hempa meşandin. Armanca yekem ji vê komkujiyê guhertina demografîk bû  û tunekirina vîna gel bû."   'Em ê li dijî desthilatdaran têkoşîna xwe mezin bikin'   Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Şehbayê Yesmîn Beşer li ser komkujiyan wiha axivî: "Em şehîdên komkujiyên Til Hesêl û Til Eran bi bîr tînin. Dema çeteyan êrîşî gundê Til Hesêl û Til Eranê kirin, şêniyên van gundan çek gitin û ji bo parastina xaka xwe şer kirin. Di wan komkujiyan de gelek kes şehîd bûb, her wiha her malek şehîdek wan çêbû. Du kurên apê min jî di wan komkujiyan de jiyana xwe ji dest dan. Piştî komkujiyan gund hatin talan kirin û çeteyan dest bi dizî û talankirin û diziyê kir. Çeteyan bi navê Îslamiyetê bang dikirin û di meha rojiyê de xwarin dixwarin. Di wê demê de jî çeteyan sivîl direvandin û pere ji wan digirtin, di roja me ya îro de jî ev rêbazên wan berdewam dikin. Ew komkujî ne yekem bûn û ne jî yên dawîn bûn. Lê çidibe bila bibe, em ê li hember desthilatdariyê têkoşîna xwe mezin bikin."   'Em ê axa xwe ji neyaran biparêzin'   Endama Yekîtiya Jina Azad a Kantona Şehbayê, Hemîde Xidro jî behsa komkujiyan kir û wiha pê de çû: "Em êrîşên çeteyan û dewleta tirk li ser gel şermezar dikin. Komkujiyên gundê Til Hesêl û Til Eran pir bi êş bûn. Bi dehan mirovên ku xwestin xaka xwe biparêzin jiyana xwe ji dest dan. Gel heta dawî axa xwe parast. Armanca êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê ew bû ku yekbûna gelan xêra bike. Heta roja me ya îro jî komkujî berdewam in. Herî dawî jî li Efrîn, Serêkaniyê, Til Rifet û gundê Helincê komkujî pêk hatin. Em van êrîşên hov bi tundî şermezar dikin. Em cardin şehîdên komkujiyÊN gundê Til Hesêl û Til Eran bi bîr tînin û em ê heta dawî axa xwe ji neyaran biparêzin."