ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2020'Î 2020-07-27 09:00:00   *Hevseroka Şaxa 2'yan a Egîtîm Sena Amedê Zûhal Sezar, anî ziman ku tehamûla desthîlatdarê ji dengê muxalifan re tune ye û got: “Sekna me ya li dijî tundî û destdirêjiya zarok û jinan desthilatdariyê aciz dike û ji ber vê êrîşî me dike. Lê em duh bêdeng neman, îro jî bêdeng namînin û em ê sibê jî bêdeng nemînin.” DÎMEN HEYE   *Duh xwezaya Heskîfê hat qetilkirin û îro jî qetlîama daran li Esentepeyê pêk tê. Li ser girê herî bi dar ê Êlihê dar hatine birîn û mizgeftek mezin tê çêkirin. Melek Atalay di vê derbarê de berteka xwe nîşan da û got ev qetlîam li her deverê Tirkiyê pêktê û wê xweza tola xwe ji me hilîne. DÎMEN HEYE   *Jina bi navê Medya Qedrû ku ji Kantona Şehbayê ye, hîn dema ku zarok bû dest bi dirûna cilên kurdî kiriye. Medya di derbarê karê xwe de diyar kir ku ew parastina çanda xwe dike û wiha got: "Tu tişt li hember daxwaza min nebû asteng, 23 sal bû bi qumaşan cil û bergên kurdî didûrim û çanda xwe di hemû kêliyên jiyanê de zindî dihêlînim." DÎMEN HEYE   *Jinên ku bûne şahidê komkujiyên gundê Til Hesêl û Til Eran yên Kantona Şehbayê wiha dibêjin: "Heta roja me ya îro jî komkujî berdewam dikin, herî dawî jî li Efrîn, Serêkaniyê, Til Rifet û gundê Helincê komkujî pêk hatin, em van êrîşên hov bi tundî şermezar dikin. " DÎMEN HEYE   *Dozgîn Temo (Çîçek Kobanê) ya ji aliyê SMO ve hat desteserkirin û bi birîndarî teslîmê Tirkiyeyê hat kirin, ji sê sûcên cuda tê darizandin û rûniştina duyem jî sibehê wê bê dîtin. Beriya rûniştinê dayika wê Wehîde Osman banga ‘Keça min li dijî çeteyan xwe parast. Wê serbest berdin.” kir DÎMEN HEYE   *Hevseroka HDP’a Tuşbayê Edîbe Babur da zanîn ku di çarçoveya kampanyaya ‘têkoşîna jinê li her derê ye’ ya Meclîsa Jinan a HDP’ê de gelek bername pêk anîne û got piştî kampanyayê jî wê bi jinan re bên cem hev. DÎMEN HEYE   *Jinên li gund jiyana xwe didomînin, bang kirin ku divê ji bo kesên bi çandinî û sewalkariyê re mijûl dibin nokteyên firotinê bên avakirin û piştgirî bê dayîn.DÎMEN HEYE   *Rojnameger Sevda Karaca diyar kir ku di kuştinên jinan û şîdeta mêr de çapemenî zimanekî ku jinan sûcdar dike bi kar tîne û wiha got: “Ne tenê di nûçegîhandiyê de. Parvekirinên çapemeniya civakî de jî sûc şexsî dikin û hîmên civakî yên şîdetê vedişêrin.”