ESP: Têkoşîna jinan nayê darizandin û nayê astengkirin 2020-07-26 18:41:51   AMED - ESP'ê têkildarî binçavkirina Seroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş û endamên SKM'ê yên ku li Balikesîrê hatin binçavkirin daxuyanî da çapemeniyê.    Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) têkildarî binçavkirina Seroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş û Berdevka Meclîsa Jinan a Sosyalist (SKM) Hatice Deniz Aktaş û endamên Lijneya Navendî ya SKM'ê û bi giştî 9 jinên ku li Balikesîrê hatin binçavkirin daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî li Parka Hazal a Ofîsa Yenîşehîra Amedê hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankartên “ESP-SKM bêdeng nema ye, dê bêdeng nemînê”, “Jinên ku hatin binçavkirin bila serbest bên berdan”, “têkoşîna me ya azadiya jinê nayê anstengkirin” hat vekirin. Di daxuyaniya hat dayîn de, endamên ESP-SKM, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a bajarê Amedê Seval Gulmez, endamên Meclîsa Jinên Ciwan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKP) û nûnerên Partiya Komunîst a Kurdistanê amade bûn. Daxuyanî ji aliyê Cigira Hevseroka Giştî ya ESP’ê Beycan Taşkiran ve hat xwendin.   ‘Têkoşîna jinan nayê darizandin’   Beycanê diyar kir ku têkoşîna wan a ji bo azadiya jinê her roj ji aliyê îtifaqa AKP-MHP’ê ve  rastî êrîşan tê û got: “Hevalên me di mal de civîn çêkirin û hatin binçavkirin. Di mal de mayîn ne sûc e. Di mal de çêkirina civîna MYK’ê ne sûc e. Li vir tê xwestin ku bûyerê krîminalîze bikin û planek komployê derxînin. Lê em wan komployan dizanin. Ji ber ku di dîrokê de hertim me ew komplo dîtine. Jin hatin binçavkirin, ji ber ku jinan xwe teslîmî zîhnîyeta baviksalar nekir û ji wan re îteat nekir. Ji ber ku jinan li dijî polîtîkayên AKP’ê îsyan kir. Ji ber ku jinan li kolanan gotin ‘Jin bi hev re bi hêz in’. Ji ber ku jinan li kolanan gotin ‘têkoşîna jinan nayê darizandin û nayê asteng kirin’. Tu carî binçavkirin û girtinan têkoşîna jinê lawaz nekiriye û wan ji rêya wan vengerandiye. Bila bê zanîn ku em ê wan komployan bi têkoşîn û berxwadana xwe vala derxînin. Em bang li hemû tevgerên jinan û hêzên demokratîk dikin ku li hemberî van êrişan bêdeng nemînin.”   ‘Heta hemû jin azad nebin em jî azad nabin’   Seval Gulmez jî avivî û anî ziman ku êrişa li ser jinan êrîşa li ser civakê ye û got: “Desthîlatdariyê li dijî jinên ku nikare li gorî xwe bi teşe bike şer daye destpêkirin. Dîrok çawa ku wê jinên berxwedêr binivîse dê we û zilma we jî binivîse. Heta hemû jin azad nebin em jî azad nabin. Em têkoşîna xwe digihînin her derê û xurtir dikin.”