'Li gel astengiyên rejîmê em ê pirsgirêkên xwe çareser bikin' 2020-07-26 14:42:38   ŞEHBA - Rêveberiya jin a Heyva Sor a Kurd a herêma Efrînê ku li Şehbayê ye Mejdûlîn Zêno da zanîn ku Rejîma Sûriyeyê li hember avakirina dibistanan li wargehên Serdem û Berxwedanê dibe asteng û got: "Ji bo ku zarok hînî zimanê dayika xwe bibin di hemû şert û mercên zehmet de em amadekariyan dikin."   Piştî bangawaziya sazî û bi taybet Heyva Sor a Kurd ji hemu Rêxistinên mirovî û Netewên Yekbûyî yên ku bê encam mane, di 2'yê tirmeha 2020'an de Heyva Sor a Kurd bi alîkariya şaxên Heyvê li herêmên din dest bi avakirina dibistanan li wargehên Serdem û Berxwedan kirin.  Lê ev xebat ji aliyê Rejîma Sûriyeyê ve bi astengiyan re rûbirû tên.  Têkildarî mijarê endama Rêveberiya Jin a Heyva Sor a Kurd Mejdûlîn Zêno nêrîna xwe û astengiyên ku dijîn parvekir.   'Di nav şert û mercên zehmet de zarok fêr dibin'    Mejdûlînê derbarê avakirina dibistanan li kampan wiha axivî: "Ev sê salin şêniyên Efrînê koçî Kantona Şehbayê bûne û li gel hemû zor û zehmetiyan li ber xwe didin. Li dijî êrîşên dewleta tirk û ambargoya Rejîma Sûriyeyê şêniyên Efrînê li Şehbayê ji tunebûnê hebûn afirandin û di hemû waran de xwe bi rêxistin kirin. Niha ji bo ku zarok hînî zimanê dayika xwe bibin di hemû şert û mercên zehmet de em amadekariyan dikin. Weke Heyva Sor me li Wargeha Serdemê hewil da ku em alîkariya gel bikin."   'Bi hezaran zarok wê bên perwerdekirin'   Mejdûlînê balkişand ser dibistanên ku li Wargeha Serdem û Berxwedan tên avakirin û wiha domand: "Pêşeroj û hêviya civakê zarok in. Ji bo ku zarokên me bi çand û zimanê xwe mezin bibin, me dest bi avakirina dibistanan kiriye. Niha li Wargeha Serdem û Berxwedanê amadekariyên mezin tên kirin, da ku zarokên me hînî çanda xwe bibin û bê perwerde nemînin. Di vê dibistanê de ji refa yek heta şeşemîn nêzî 700 zarok dê perwerda bibînin. Li Wargeha Berxwedanê jî 27 ref ji pola yekemîn heta ya şeşemîn tên avakirin û nêz 1000 zarok wê bikaribin perwerdê li dibistanê bibînin."   'Bi alikariya Heyva Sor me dest bi pirojeya xwe kir'   Mejdûlîn herî dawî behsa zehmetiyên ku dijîn kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Piştî koçberiyê me gelek zahmetî jiyan. Heta roja îro jî êrîşên dewleta tirk berdewam dikin. Her wiha Rejîma Sûriyê jî li ser Kantona Şehbayê ambargo dayniye. Ji bo avakirina van dibistanan me her hewil da dengê xwe bighînin rêxistinên Mafên Mirovan û Neteweyên Yekbûyî, lê bangawaziya me her bê encam ma. Rejîma Sûriyeyê niha nahêle ku em amûrên înşayê derbasî Şehbayê bikin. Alîkariya herî mezin ji şaxên Heyva Sor ji herêmên cuda  hatin û bi rêya wan ev piroje hate destpêkirin.Ruxmê hemû zehmetiyan hêviya me ew e ku em heta sala 2021'ê her du dibistanan jî amade bikin. "