Zaroka 17 salî ku bi awayekî bi guman birîndar bûbû dibe ku felç bimîne 2020-07-25 12:24:10   ŞIRNEX - Li gundê Dilopkê yê girêdayî navçeya Basayê, beriya 9 rojan R.O. ya 17 salî bi awayekî bi guman bi giranî birîndar bûbû û rewşa wê hîn jî giran e. Ji aliyekî dinê ve jî li gor agahiyên ku bijîşkan daye malbatê ew e ku dibe R.O. dibe ji sedî 90 felç bimîne.   Li gundê Dilopkê yê girêdayî navçeya Basayê ya Şirnexê zaroka bi navê R.O. ya 17 salî beriya 9 rojan bi awayekî bi guman giran birîndar bûbû. R.O. piştî bi giranî birîndar bû  ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Piştî mûdaxileya ewil, ji ber rewşa wê giran bûbû ew sewqê Nexweşxaneya Lêkolînê ya Harranê ya Rihayê kiribûn. R.O. ku 9 roj in di beşa lezgînî de ye hat zanîn ku rewşa wê hîn jî giran e.     Li gor agahiyên ji gundiyan hat girtin, malbata R.O xwestiye ku wê bi darê zorê bi berdêl bizewicîne û wê jî li dijî vê daxwazê ketiye nava hewldanê ku xwe întîhar bike. Li gor agahiyên hatin destxistin R.O. di heman rojê de li hevalê xwe digere û piştî bûyera ku pêk tê îfadeya wî kesî jî li Qereqola Cendirmeyan hatiye girtin. Li gor agahiyên ji gundiyan hat girtin, hevalê R.O. di îfadeya xwe de ev tişt gotiye: “RO ji min re got malbata min dixwaze min bi zorê bizewicîne. Tu nayê min naxwazî. Piştî vî axaftinê telefon hîn vekirîbû dengê çekê hat û deng hat birîn.”   R.O. dibe ku felç bimîne     Ji aliyekî dinê ve jî hat diyarkirin ku xetereya tendûristiya R.O. hîn berdewam dike. Her wiha li gor agahiyên ku bijîşkan bi malbatê re parve kiriye, 2 gûle îsabetî wê kirine. Yek kezeba wê parçe kiriye, yek jî ji sînga wê hestiyê wê yê pişt ketiye. Her wiha bijîşkan gotiye R.O. dibe ku sedî 90 felç jî bimîne.