'Bingeha perwerdeyê lêkolîn û lêgerîna zanistê ye' 2020-07-25 09:16:41       Dilûcan Bozî    KOBANÊ- Mamosteyên Kantona Kobanê derbarê perwerdeya biranşên ku niha li ser tên perwerdekirin wiha nirxand: "Ji bo bilindkirina asta zanistê, me pêwîstî bi vekirina perwerdeyê dît. Bi berhemên nû  em ê vê zanistê xurt bikin."   Her sal dema ku dibistan bi dawî dibin, hemû mamosteyên ku di dibistana de perwerdeyê didin zarokan, derbasî perwerdeyên biranşan dibin. Îsal jî Desteya Perwerdeyê ya Kantona Kobanê dest bi vê xebatê kir. Di nav perwerdeyê de biranşên weke  Fîzîk, Kîmya, Bîrkarî û Biyolojî tên dayîn. Armanc ji van perwerdeyan ew e ku asta zanistê ya xwendekaran bilind bikin û fêrbûnê nû derkevin pêş. Têkildarî mijarê Mamosteyên Kantona Kobanê perwerdeya biranşên ku niha ser tên perwerdekirin asta wê nirxandin û ji me re parve kirin.   'Bingeha perwerdeyê lêkolîn û lêgerîna zanistê ye'   Mamosteya bi navê Şêrîn Îsmail di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya perwerdeyê û wiha got: "Ger mirov bixwaze zanista xwe xurt bike pêwîst e di perwerdeyê re derbas bibe. Ji bo fêrkirina nifşên pêşerojê girîngiya perwerdeyê pir heye. Li gor şert û mercên zehmet jî, her sal di demsala havînê de perwerde ji bo mamosteyan tên destpêkirin. Ev perwerde di 11'ê Tîrmehê de dest pê kir û perwerde derdora 45 rojan wê bidome. Me bi biranşa zanistî dest pê kir û bi rengê ekîban mamoste perwerdeya xwe dibînin. Ji bo her biranşekê du komisyon tên amadekirin û hemû mamoste para xwe ji perxwerdeyê digirin.  Bingeha perwerdeyê lêkolîn û lêgerîna zanistê ye. "    'Li gor pêşinyara mamosteyan perwerde tên destpêkirin'   Şêrîn di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku li gor pêwîstiya her mamosteyek î /ê perwerdeyan dest pê dikin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Di nava civakê de dema  ku mamoste bê rexnekirin ku di aliyê fêrbûnê de têra xwe pêş neketibe wê ev kêmasiya herî mezin be. Ji bo wê dema ku mamosteyên me perwerdekirî bin wê bikaribn baweriyê ji civakê bigirin. Li gor pêşniyara mamosteyan perwerde tên destpêkirin û pêwîstiya xwe jê digire. Mamosteyên me jî yên refa amadehî û navîn in."   'Em berhem û fêrbûnên  xwe bi hev re parve dikin'   Her wiha Mamosteya Biranşa Biyolojiyê Hêvîn Hemî jî asta pêşveçûna perwerdeyê nirxand û wiha nêrîna xwe anî ziman: "Ev perwerde li ser pêşniyara me mamosteyan hat destpêkirin. Armanca me ji vê perwerdeyê ew e ku em zanist û asta xwendina şagirtên pêşerojê bilind bikin. Di nava vê perwerdeyê de ne tenê komisyon wane didin, di heman demê de em jî lêkolînên xwe dikin û berhemên wan lêkolînan bi rengekî ekîb bi hev re parve dikin. Ez bi hêvî me ku ev perwerde bigihêje encamên baş. Serkeftin ji hemû mamosteyan re ."