'Dagirker çareseriya aloziya Sûriyeyê asteng dike' 2020-07-25 09:11:42   Sorgul Şêxo   QAMIŞLO - Ji Rêveberiya Ofîsa Jinê ya MSD'ê Canda Mihemed pirsgirêk û kaosên ku di Rojhilata Navîn tê jiyîn nirxand û got: "Bi destên hêzên hegomonîk  şerê li Sûriyeyê ji serhildanên aştiyane veguherî şerê çekdarî. Dewleta tirk bi êrîş û pilanên xwe li Rojhilata Navîn êdî ketiye tuneleke tarî."   Her ku dem diçe kirîza li Sûriyeyê bi destekdayîna hêzên hegomonîk kûrtir dibe. Têkildarî pirsgirêkên ku di Rojhilata Navîn tê jiyîn, mudaxeleya dewleta tirk  ali dijî axa Sûriye, Îraq û Lîbiyayê re ji Rêveberiya Ofîsa Jinê ya Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Canda Mihemed nirxandin kir û ji me re parve kir.     'Mekanîzmaya çareserkirina kirîza Sûriyeyê encax bi rengekî siyasî bê çareserkirin'   Canda di destpêka gotina xwe de bal kişand ser pilan û şerê ku niha ser axa Rojhilata Navîn tê meşandin û wiha got: "Şerê ku niha li Rojhilata Navîn tê meşandin ku navenda wê jî Sûriye ye, di rewşeke pir giran re derbas dibe.  Ev 10 sal in pirsgirêka Sûriyeyê nehatiye çareserkirin û mirov di rewşeke zehmet de dijîn. Mekanîzmaya çareserkirina kirîza Sûriyeyê encax bi rengekî siyasî bê çareserkirin , lê weke ku tê xuyakirin ev yek pir dûr e.  Sedemên wê jî ew e ku dewleta tirk naxwaze ewqas destkeftiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine mayindekirin  bi ser bikevin. Bi taybet Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku nasnameya her kesekî di Sûriyê de parastiye hedef digire."   'Dagirker çareseriya aloziya Sûriyeyê asteng dike'   Canda di domandina axaftina xwe de bal kişand ser sedemên ku dihêlin çareseriya aloziya Sûriyê dereng bikeve û wiha domand: "Bi destê hêzên hegomonîk  şerê li Sûriyê ji serhildanên aştiyane veguherî şerê çekdarî. Dewleta tirk jî destê xwe dirêjî Sûriyê kir. Tê de hêzên çekdar, teror ava kir û li dijî gelê Sûriyê da bikaranîn. Paşê jî ew bi xwe dakete meydanê û şerê xwe berdewam kir . Niha gelek bajarên li Sûriyê ji aliyê dewleta tirk ve hatine dagirkirin û pilanên zindîkirina împeratoriya osmanî ser hesabê xwîna gelê wê tê kirin. Dagirker çareseriya aloziya Sûriyeyê asteng dike."   'Xeyalên Erdogan li ser Rojhilata Navîn berfireh in'    Candayê balê dikşîne ser pilanên dewleta tirk ne tenê li Sûriyê li tevahî tevahî Rojhilata Navîn û wiha pê de çû: "Erdogan ne tenê li Sûriyê, li Lîbiya û Îraqê jî dixwaze pilanên xwe yê dagirkirinê pêk bîne.  Bi rêya êrîşên û hêncetên cuda dixwaze axa van welatan dagir bike û pilanên xwe li tevahî Rojhilata Navîn pêk bîne.  Ya din jî di nava pilanê de dixwaze deverên  stratejîk mîna Welatê Şîn û gihêştina deryayê Îçê, behra El-Mitewesit û El-Ezreq bigire."   'Dewleta tirk ketiye tuneleke tarî'   Candayê diyar kir ku dewleta tirk ketiye tuneleke tarî  û wiha dirêjî da gotina xwe: "Dewleta tirk herêmên dagirkirî li Sûriyê mîna parçeyek ji dewleta xwe dibîne. Ji bo wê bi dagirkirina van herêman ziman, ala xwe li ser şêniyên van herêman ferz kir û guhertinên demografîk tê de çêkir. Dîrok û şarestaniya wê vediguherîne tirkî.  Dewleta tirk li Rojhilata Navîn ketiye tuneleke tarî. Bi şerê xwe yê li derveyî dewletê, aloziyên ku di hundirê tirkiyê de hene, vedişêre."   'Kongreyek  ji bo çareseriya kirîza Sûriyê dê bê lidarxistin'   Candayê got ku MSD amadekariyê ji bo lidarxistina kongreyekê dike ji bo çareseriya aloziya li Sûriyê û wiha dom kir: "Projeya me wekî MSD ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê, her tim amade ye û li ser masê ye ku kirîza li Sûriyê çareser bike. Em amadekariyên lidarxistina kongreyekê dikin ku tê de  hemû hêzên siyasî û kesayetên serbixwe û demokrat beşdar bin.  Em ê mekanîzmaya çareserkirina kirîza Sûriyê nîqaş bikin û bibin hêza çareserkirina aloziya Sûriyê."   'Di vê rewşê de Rûsya nikare Îdlib radestî Rêjîma Sûrî bike'    Candayê di dawiyê de  rewşa Îdlibê jî bi bîr xist û wiha dawî li gotina xwe anî: "Rewşa Îdlibê pir tevlihev e.  Dibe ku dewleta tirk  dîsa li ser herêmên Sûriyê bikeve nava bazaran.  Mînak herêmekê li hember herêmeke din teslîm bike. Hertim di navbera Rûsya û Emerîka de şerek li ser dosyaye Sûrî hebû.  Lê li gorî  ku tê xuyakirin piştî pêkanîna zagonê El-Qeyser li ser Sûriyê, eger Rûsiya bixwazê Îdlib teslîmî Rêjîmê bike jî wê nikaribe gaveke bavêje. Heya demekê wê rewşa Îdlibê bi vî rengî be."