Kongreya Star li Şehbayê civînên xwe yên salane bi dawî kirin 2020-07-24 17:54:47   ŞEHBA - Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê li kantona Şehbayê û navçeya Şêrewa civînên xwe yên salane ku dabûn dabûn destpêkirin bi dawî kirin.    Bi dirûşmeya "Bi rihê berxwedana jinê em ê Efrînê rizgar bikin" Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê li Wargeha Serdemê ya  Şehbayê civîna xwe ya du salan, bi tevlîbûna 60 delegeyan, nûnerên saziyên sivîl, hevserokên jin ên komînan û Meclîsa Serdemê, li darixst. Hola civînê bi wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û yên pakrewanên azadiyê hatibû xemilandin.   Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê, perspektîfên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan derbarê azadî, rastiya hebûna jinê û çawatiya xwe ji koletiyê xilaskirinê ji aliya Hevseroka Meclîsa Wargeha Serdemê ya Şehbayê, Raperîn Xelîl ve hate xwendin. Her wiha kar û xebatên Kongreya Star ên li Wargeha Serdemê ya du salî hate nirxandin û derbarê wê nîqaş hatin kirin.    Ji bo erkdarkirina Koordînasyonên Kongreya Star di wargehê de deriyê pêşniyaran hate vekirin û piştî pêvajoya dengdayînê ji aliya beşdarvanan ve Salîhe Mihemed, Leyle Mistefa û Sêvîn Hisên weke Koordînatorên Kongreya Star ên kampê hatin erkdarkirin û li hember beşdarvanan soza domandina xeta azadiya jinê dan.   Tê zanîn ku Rêxistina Kongreya Star di 20’ê Tîrmeha 2020’an  de civînên du salan dan destpêkirin. Di 22’yê Tîrmehê de li navçeya Ehdas a Şehbayê û Şêrewa ya Efrînê civîn hate lidarxistin. Li navçeya Şêrewa bi tevlîbûna 72 delegeyan, Ehdas 190 delgeyan herdu civîn hatin birêvebirin û ji bo erkdarkirina Koordînasyonên herdu navçeyan hilbijartin hate destpêkirin û di encama dengdayînê de ji aliya beşdarvanan li navçeya Ehdas Rûşîn Şêxo, Hesna Hesen û Gulê Mihemed û li navçeya Şêrewa Rûşen Ibrahîm, Belqîs Henen û Leyle Xelîl weke Endamên Koordînasyona Kongreya Star li herdu navçeyan hatin hilbijartin.   Di 23’yê Tîrmeha 2020’an de li bajaroka Tel Rifat a Şehbayê civîna Kongreya Star hate lidarixstin, bi tevlîbûna 100 jinan û li gorî pêşniyar û dengdayînê ji bo Koordînasyonên Kongreya Star ên bajarokê Rîhen Elo, Rûhîn Qelender û Zeyneb Elî hatin erkdarkirin.   Dîsa 24'ê Tîrmeha 2020’an de li Kampa Berxwedanê yaŞehbayê bi dirûşma "Bi rihê jinên pêşeng em ê dawî li faşîzm û îxanetê bînin”  bi tevlîbûna 60 delegeyan û li gorî hilbijartinê  "Zozan Silêman, Leyle Îbêş û  Erîfe Bekir di Koordînasyona Kongreya Star a Kampa Berxwedanê hatin erkdarkirin.   Civîn bi berzkirina dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.