Ji Fatmagul Berktay banga eniya demokrasiya hevpar 2020-07-24 09:27:40   Gulîstan Azak   STENBOL - Akademîsyen Fatmagul Berktay ku yek ji kesên îmze avêt danezana ‘101 Aksaçli’ diyar kir ku Peymana Stenbolê ji bo hemû jinan têkoşînê nîşan dide û bang li hemû kesî kir ku ‘eniya demokrasiya hevpar’ ava bikin.   Di nav de rewşenbîr, nivîskar, helbestkar û hunermend jî hene ‘101 Aksaçli’ bi armanca balê bikşîne ser şert û mercên nebaş yên welat, danezaneke ku hemû aliyên civakê vexwendiyê tifaqa demokrasiyê dikir, weşandin.   Yek ji kesên danezan îmze kir, akademîsyen û nivîskar Fatmagul Berktay bû. Fatmayê der barê danezanê de nêrînên xwe anî ziman û got li Tirkiyeyê niha di mijara globalkirina civakê de hewldanên mezin hene û got: “Bi vî awayî hiqûq, maf û azadî jî tên binpêkirin. Li dijî vê globalbûnê divê her kes li alî maf û azadiyan bibe xwedî helwest.”   ‘Divê eniya hevpar a demokrasiyê bê avakirin’   Fatmagulê got ji bo li dijî globalbûnê têkoşîn bê dayîn divê hevkarî hebe û banga ‘divê eniyeke demokrasiyê ya hevpar bê avakirin’ li muxalefet û STK’yan kir.   Fatmagulê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her partiya muxalefetê dikare rêgez û îdeolojiya xwe biparêze û di hedefên hevpar de bên cem hev. Mixabin li Tirkiyeyê muxalefet hîna nikare vê bike. Her partî dibêje ‘bê ser fikra min, ez rastim, mafdar im’. Lê heqîqet ne di destê kesî de ye. Bila her kes xwedî li rêgezên xwe derkevin. Kes ne mecbûr e bê ser nêrîna kesî. Lê di hedefên polîtîk de hevparbûn pêkan e. Divê ev bê kirin. Li gorî min polîtîka jî ev e. Em vê bikin gelek baş e. Ji ber vê jî min danezan îmze kir.”   ‘Nîqaş mînaka dijhiqûqiyê ye’   Fatmagulê bi lêv kir ku nîqaşên der barê Peymana Stenbolê de jî minaka dijhiqûqiyê ye û daxwaza vekişîne ji Peymanê jî tê wateya ku bila şîdeta li ser jinê bidome. Fatmagulê wiha berdewam kir: “Divê Peymana Stenbolê tenê wek mijara jinê neyê dîtin. Divê her kes li dijî nîqaşan, bibe xwedî helwest. Divê her kes peymanê biparêze. Divê hemû jin ji bo Peymana Stenbolê têkoşîna hevpar bidin.”