Bertekên li dijî êrîşên zayendî û tecawizê berdewam dikin 2020-07-24 09:24:27   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Li Şirnexê nerazîbûnên li dijî êrîşên zayendî li hember zarokan û jinan berdewam dikin. Jinên ku nerazîbûn nîşanî êrîşan dan diyar kirin ku li dijî van êrîşan têkoşîn û berxwedana wan dê bidome.   Di demên dawiyê de komkûjî û êrîşên li dijî jinê her ku diçe zêdetir dibin. Bi taybetî jî di pêvajoya pandemiyê de komkûjî û tûndiya li dijî jinê û êrîşên zayendî li dijî zarokan her ku çû zêdetir bûn. Jinên Şirnexê bertek nîşanê êrîş û qirkirina jinê dan û gotin kûjerên jinan ji aliyê dewletê ve tên parastin.   Hevşaredara Cizîrê ya ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Kutlu, di destpêka axaftina xwe de êrîş û qirkirina jinê şermezar kir û got di demên dawiyê de her ku diçe ev êrîş zêde dibin. Bêrîvanê, anî ziman ku êrîşên li dijî jinê ji destpêka desthilatdariyê heta îro berdewam kirine û wiha got: “Em nikarin îro van ji hevdû qut bikin. Îqtîdar îro dixwaze bi komkûjiyan jinê tune bike. Lê li dijî van êrîşan jin têdikoşin û li berxwe didin. Feraseta mêr jinê weke meta û amûrekî xwe dibîne. Mêr jinê ji xwe re wek pêdiviyeke rojane dibîne. Ji ber vê jî desthilatdariya îro tişta ku dixwaze li ser jinê bide ferzkirin tiştekî nayê pejirandin e. Em wek jin li dijî van êrîşan helwest û bertekên xwe tim tînin ziman. Lê belê jinên di partiya AKP û partiyên dinê de bertek nîşanê van êrîşan nadin. Di her qada jiyanê de jin tên pelçiqandin û jin wek amûrekî rojane tê bikaranîn. Ji ber vê jî êrîşên li dijî jinê her ku diçe zêdetir dibin. Ji ber polîtîqayên bêcezabûnê komkûjî û êrîşên li dijî jinê zêdetir bûne. Ji ber ku kesên jinan qetil dikin û êrîşî wan dikin nayên ceza kirin ev êrîş zêde dibin. Ger ku Serokkomarê Tirkiyê Erdogan dema derbikeve li ser jinê û bedena wê axaftinan bike, ev êrîş jî dê zêde bibin. Di demên dawiyê de du bûyer di nav HDP'ê de jî hatin jiyîn û HDP’ê prensîpên xwe bi cih anîn. HDP'ê derbarê wan kesna de tişta pêwist kir.  Divê li dijî van êrîşan em dengê xwe bilind bikin. Bêdengî komkûjiya li dijî jinê zêdetir dike.”    ‘Qetilkirina jinê qetilkirina jiyanê ye’   Endama Meclîsa Jinên a HDP’ê ya Şirnexê Zîlan Ecevît jî diyar kir ku li dijî êrîş û qirkirina jin û zarokan divê tu kes bêdeng nemîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qetilkirina jinê qetilkirina jiyanê ye. Çawa ku daristan, xweza û çiyayên me tên şewitandin, ajalên me tên qetilkirin , jin jî bi vî awayî tên qetilkirin. Ji ber ku kesên îro daristan, xwezayê û jinê qetil dikin heman kesin. Komkûjî û êrîşên li dijî jinê bi taybetî jî piştî biryara qanûna înfazê ya nû hat qebûlkirin şunda zêdetir bû. Ji ber ku kesên hatin berdan carekedin komkûjî û êrîşa zayendî li dijî zarok û jinan pêk anîn. Sedema zêdebûna komkûjiya jinê ji ber polîtîqayên bêcezabûnê ye. Kûjerên jinan ji aliyê dewletê ve tên parastin.  Êrîşên li dijî jinê bi zanebûn û plankirî tên kirin. Mirov nikare komkûjiya xweza, daristan û jinê ji hev cûda bigire dest. Ji ber ku hemû girêdayî hevin.  îktîdar dixwaze Peymana Stenbolê ji holê rake. Ger ku Peyman pêk bihata  dê îro ev qas jin bi êrîşan re rûbirû nehata. Li dijî qirkirina jinan divê em bêdeng nemînin. Li dijî van êrîşan têkoşîn û berxwedana me dê derdewam bike.”