Kevneşopiya têkoşîna sazîbûnê ya jinên kurd 2020-07-24 09:23:16   Roza Metîna    NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama têkoşîna jinên kurd de gelek komeleyên jinê hatin avakirin û di bin banê van komeleyan de li dijî tundî, destdirêjî, neheqî, êrîş, zayendperestiyê çalakî û xebatên curbecur hatin kirin. Her wiha ji bo rêxistinbûyin, piştevanî û derketina pêş a hêza jinê têkoşîneke hevpar hat dayin.    Ji komeleya yekam a jinên kurd a bi navê  Cemiyeta Tealî ya Jinên Kurd a ku li Stenbolê hat avakirin bigire heta, Komeleya Jinên Demokrat û  Şoreşger (DDKAD), Tevgera Jinên Azad a Demokratîk (DOKH), Kongreya Jinên Azad (KJA) û Tevgera Jinên Azad (TJA) têkoşîneke rêxistinbûyin û sazîbûnê  ya jinên kurd a dîrokî heye. Tevî hemû zext, zordestî û êrîşan jinên kurd di dîrokê de di qadeke girîng a mîna sazîbûnê de gelek jin bi rêxistin kirine. Di bin banê sazîbûnê de hîmên esas ên hişmendiya piştevanî, baweriya bi xwe, serîhildana li dijî zihniyeta baviksalarî bi hêzeke hevpar hat bidestxistin.    Ji sala 1919'an avakirina Cemiyeta Tealî ya Jinên Kurd heta sala 2016'an avakirina Tevgera Jinên Azad (TJA) ev 97 sal in kevneşopiya têkoşîna sazîbûnê ya jinên kurd ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê didome.   Sed û yek sal berê Cemiyeta Tealî ya Jinên Kurd   Jinên Kurd sed û yek sal berê Cemiyeta Tealî ya Jinên Kurd di 21'ê Hezîrana 1919'an de li Stenbolê vekirin. Di 1919'an de li Cagaoglu bi xwendina mewlûdekê wekî fermî hat vekirin. Ji bo jinên kurd hemû bi nêrîneke şaristanî pêş bikevin û rêya rêxistinê ji xwe re ava bikin ev cemiyet hat vekirin. Ji bo pergala civakî û sazîbûnê ya di nava jiyan û malbata kurdan de û piştevaniya jinê hat avakirin. Ji aliyekî jî bi avakirina Cemiyeta Tealî ya Jinên Kurd dihat xwestin ku jinên ji ber koçberiya bi zorê hatine mexdûrkirin alîkariya wan bên kirin. Ji bo alîkariya sêwî û jinbiyan jî xebat hatin kirin. Yek ji armanca sereke ew bû ku bi alîkariya nakdî jin ji xizaniyê bên rizgarkirin. Yek jê armanc ew bû ku li gelek cihan şaxên cemiyetê, pirtûkxane, eywanên nîqaşê bihatan vekirin û konferans bihatan lidarxistin. Ji aliyekî din jî li nexweşxaneya Şişli Etfalê ji bo zarokên xizan merasîma suneta komî tê lidarxistin.    Yekemîn rêxistina jinên kurd   Avakirina Cemiyeta Tealî ya Jinên Kurd di 20'emîn hejmara Kovara Jînê de ji aliyê ji nivîskarên kovarê Memduh Selim Beg bi nivîsa "Du bûyerên bi xêr" tê ragihandin. Cemiyeta Tealî ya Jinên Kurd li ser aramanca netewebûyinê hat avakirin. Di dîrokê de yekemîn rêxistina jinên kurd tê qebûlkirin. Ev dîrok ji bo dîroka jinên kurd a li Stenbolê jî girîng e. Di axaftina 21'ê Hezîrana 1919'an de Xanima Encam Yalmuki, di axaftina xwe de gotina gelek kurd û Kurdistanê bi kar tîne. Dibêje bi milyonan kurd û Kurdistaneke mezin heye. Her wiha dibêje ji bo jinên kurd bibin xwedî zihniyeteke nûjen jî me ev cemiyet ava kir. Helbestkarê Kurd Abdurrahim Rahmi vekirina cemiyetê bi helbesta kurdî ya bi navê "Ji bo Civata Dayikan" pîroz dike. Li gor beyanameyên kovara Cîhana Jinê serokek, du cîgirên serok, 6 endamên esîl, sekreter û peywirdarê qasê hene. Avakarên Cemiyeta Tealî ya Jinên Kurd bi rêbazên xwe yên têkoşînê li dijî yekperestiyê derketine. Encum Yamulki bi awayekî eşkere qala doza Kurdistanê dike û dixwaze hemû jinên kurd bi vê daxwazê bên gel hevdu û xwedî lê derkevin.    Li gor hinek çavkaniyan tê gotin Cemiyeta Tealî ya Jinên Kurd faaliyetên xwe salekê dewam kiriye. Agahiyeke girtina cemiyetê di Rojnameya Zarya Vastoka ya di 1929'an de li Tiflisê tê çapkirin de derdikeve pêşberî me. 58 sal piştî Cemiyeta Tealî ya Jinên Kurd şûnde, Komeleya Jinên Demokrat û Şoreşger   Komeleya Jinên Demokrat û  Şoreşger   58 sal ji ser Cemiyeta Tealî ya Jinên Kurd a di 1919'an de li Stenbolê hat avakirin, derbas bû şûnde vê carê di sala 1977'an de li Amedê Komeleya Jinên Demokrat û  Şoreşger (DDKAD) hat avakirin. Seroka DDKAD'ê Sevinç Îşcanli anîbû ziman ku wan bi 17 kesî dest bi xebata avakirinê kirine. Sevinçê di 1980'an de tê girtin û piştre dîsa tê berdan. Ji ber zextan derdikeve derveyî welat. 58 sal ji ber ku demeke pir dirêj e loma em dikarin bêjin ev jî bûye sedem jinên kurd ji tecrubeya komelebûyinê dûr bikevin. Ya ku dîsa bû sedem jin ji tecrubeya komelebûyinê dûr bên xistin zext û zordestî bûn. Yekem komeleya jinê ya li Amed û Bakurê Kurdistanê hat avakirin DDKAD ye. Ev yek ji bo jinên kurd gelekî girîng e. Ji gelek salan şûnde jinên kurd di warê rêxistinbûyinê de gaveke girîng avêtin. Em dikarin vêya wekî hişyarkirineke di warê têkoşînê de jî bînin ziman. DDKAD wekî rêxistina yekem a dîroka modern a kurd jî tê qebûlkirin. Bi saya rêxistinbûyinê jin li Amedê di qada polîtîk de jî bûn xwedî gotin. Di heman demê de jin bi saya cihgirtina di qada polîtîk de hebûna xwe ya li bajar jî derdixe pêş û têkiliyên xwe yên civakî xurt dikin. Jin li kuçeyan û qadan berê xwe didin komeleyan. Li Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê jî komek ji 10-15 kesî pêk dihat a DDKAD'ê hebû.    8'ê Adarê li Bakur cara yekem bi komî ji aliyê DDKAD'ê ve tê pîrozkirin   Komeleya Jinên Demokrat û  Şoreşger (DDKAD) a ku hêz û bawerî dida jinê yekem komeleya jinên kurd e ku mîting, meş û çalakiyên girseyî li dar xistiye. Ji rêveberên komeleyê Sabiha Otlu di nivîseke xwe ye bi kurdî ya di 1970'an de tîne ziman ku wan di 1978'an de li Sêwregê li dijî axatiyê mîting li dar xistine û nêzî 100 kesî beşdarî vê mîtingê bûne. Her wiha Sabihayê tîne ziman ku wan di 10'ê Adara 1979'an de li Amedê 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Amedê hat pîrozkirin û 400 jin beşdar bûne. Em dikarin bêjin 8'ê Adarê bi komî cara yekem li Kurdistanê ji aliyê DDKAD'ê ve tê pîrozkirin. Ji her derê jin beşdarî çalakiyên DDKAD'ê dibin. Di 1'ê Gulana 1979'an de DDKAD'ê li Bedlîsê meşek girseyî li dar dixe.    Zextên li DDKAD'ê û dozên derbarê xebatên wê de tên destpêkirin   DDKAD wekî komeleyeyeke fermî tê avakirin lê piştre endamên komeleyê wekî endamên rêxistineke li dijî zagonan tên darizandin. Bi zextan tê xwestin rêxistinbûyin û têkoşîna jinan bê rawestandin. Doza yekem a li dijî DDKAD'ê berî derbeya leşkerî ya 1980'an têkildarî şeva Newroza 10'ê Adara 1979'an tê lidarxistin, tê destpêkiri. DDKAD piştî xebatên xwe yên du salan bi darbeya 1980'an tê girtin. Endama doza DDKAD'ê di 21'ê Mijdara 1986'an bi encam bû. Hesêbgira komeleya 56'an Methiye Ozhal û ji rêveberiya şaxa Amedê Rahime Kesici di 1982'yan de demeke dirêj di girtîgehê de dimînin. Ji aktivîstên Komeleya 57'an Rahime Kesicî bi gelek zext û êrîşan rû bi rû tê hiştin. Îşkence û zextên li Rahime tên kirin dibin mijara pirtûkekê. Jinên ku bi awayekî çalak beşdarî xebatên komeleyan dibin tên sirgûnkirin û cezakirin.    Hêz û îradeya Tevgera Jinên Azad a Demokratîk (DOKH)   Tevgera Jinên Azad a Demokratîk (DOKH) a ku bi têkoşîneke mezin a jinê di 2005'an de hat avakirin 1'emîn kongreya xwe ya jinê di 31'ê Çile û 1'ê Sibatê de bi dirûşma "Bi jinên ber bi azadiyê ve dimeşin, ber bi netewa demokratîk" hat lidarxistin. DOKH di tundiya li ser jinê, zext, komkujî, destdirêjî, îstimara zayndî, fuhuş û gelek qadan de têkoşînên mezin da. Gelek zext û astengî jî li dijî vê rêxistinê hebûn. Lê tevî hemû astengî, zext û zordestiyan DOKH'ê xebatên xwe dida meşandin. Hem di warê îdeolojiyê de hem jî di warê perspektîfê de ji bo kurd û jinên Rojhilata Navîn DOKH xwedî taybetmediyekê bû. Bi paradîgmaya azadiya jinê bi awayekî demokratîk û li ser esasên civakeke ekolojîk xebatên xwe da meşandin. Di qada navneteweyî de jî bû wekî nasnameya jina kurd.    Li dijî binpêkirina destkeftiyên jinan têkoşîneke mezin hat dayin   DOKH'ê gelek xebatên hêja da meşandin. Xebatên sazîbûyinê yên ku navenda wê mexdûriyeta jinê bû bi pêş xist. Rêxistina jinê di gelek qadan de pêş xist. Bi dehan konferansên neteweyî û navneteweyî pêk anî. Bi kampanyayên 8'Adarê û 25'ê Mijdarê asta rêxistinbûyinê ya li dijî zilm û zordestiya jinê bilind dikir. Li dijî binpêkirina destkeftiyên jinan têkoşîneke mezin hat dayin.    Ji DOKH'ê ber bi KJA'yê ve    Di 1'ê Sibata 2015'an de bi lidarxistina 1'emîn kongreya jinê ya li Amedê encamname hat parvekirin. Di kongreyê de Tevgera Jinên Azad a Demokratîk (DOKH) hat bidawîkirin û bi Kongreya Jinên Azad (KJA) re jinan têkoşîna xwe dewam kirin. Jinan di encama bedelên giran û serîhildaneke mezin de di bin banê DOKH'ê de xebatên xwe dewam kirin.    Gelek kar û xebat di bin banê KJA'yê de hatin kirin   Di 9'ê Gulana 2015'an de bi pêşengiya KJA'yê Komxebata Azadiya Jinê ya di Pêvajoya Çareseriya Demokratîk û Muzakereyê de li Kampusa Dolapdere ya Zanîngeha Bîlgiyê hatibû lidarxistin. Piştî axaftinan komxebatê bi atolyeyan dewan kiribû. Civînên çapemeniyê, daxuyanî, semîner, xebatên atolyeyê û gelek xebatên din ên di qada rêxistinbûyina jinê de ji aliyê KJA'yê hatine kirin.   Astengî û zextên li KJA'yê   Di Tebaxa 2016'an de sîteya webê ya fermî ya Kongreya Jinên Azad (KJA) www.kongreyajinenazad.org ji aliyê Serokatiya Têkiliya Telekomunikasyonê (TÎB) hat astengkirin. Gelek endamên KJA'yê yên wekî Sara Aktaş hatine girtin û binçavkirin û gelek carî zextên derûnî li wan hatine kirin.    KJA bi KHK'ê hat girtin   Bi biryara Wezareta Karê Hundur bi KHK'ê mohr li deriyê KJA'yê hat xistin. Wê demê berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata jî hatibû binçavkirin. Bi KHK'ê gelek komele hatin girtin. Di bin navê 'propagandaya rêxistinê' de gelek sazî û komele hatin girtin. Her wiha bi idiaya 'propagandaya rêxistinê kirine' 20 meh cezayê girtîgehê û 833 roj cezayê pereyê edlî li Gerînendeya Karê Nivîsê ya kovara KJA'yê û du kesên ku kovar belav dikirin, hat birîn. Medyaya alîgir dîsa serenavên xizmet ji hedefgirtina saziyên jinan re dikir li dû hevdu rêz dikir. Bi biryara Wezareta Karê Hundur 370 komele bi KHK'ê hatin girtin. KJA ya ku yek ji van komeleyan e di 12'ê Mijdara 2015'an de deriyê wê hat muhurkirin.    Bi girtina KJA'yê jinên kurd di bin banê TJA'yê de têkoşîna xwe dewam kirin   Bi girtina KJA'yê jinên kurd di bin banê Tevgera Jinên Azad (TJA) de têkoşîna xwe dewam kirin. TJA di 20'ê Mijdara 2016'an de di nava pêvajoya OHAL'ê de hat avakirin. Di serdemeke her roj komeleyek dihat girtin de TJA hat avakirin. Di serdema zext û zordestî dîsa zêde bûn de jinan bi avakirina TJA'yê û dirûşma "Li her derê bê navber serîhildan' dîsa biryara rêxistinbûyinê dan.    Di bin zext û êrîşan de berdewamiya xebatên jinê   Li dijî tundî, zayendperestî, êrîş û neheqiyan jinan di bin banê TJA'yê de li berxwe dan. Li dijî tundiyê û êrîşên li dijî destkeftiyên jinan têkoşîneke hevpar hat dayin. Li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiyên cur be cur hatin lidarxistin. Bi kampanyayên bi navê 'Ji bo guhertin û azadiyê tu jî raber ser piyan' li dijî zihniyeta baviksalarî, zayendperestiyê, nîjadperestiyê, milîtarîzmê jinan têkoşîna hevpar dan. Ji bo xebatên hilbijartinê kursiyên serbest ên hilbijartinê hatin danîn. Ji bo rojên wekî 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê, 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê çalakiyên curbercur hatin lidarxistin. Di encama operasyonên li dijî îradeya Gelê Kurd de gelek aktivîstên TJA'yê gelek caran hatin girtin, binçavkirin û bi tundiya derûnî rû bi rû hatin hiştin. Tevî hemû zextan aktivîstên TJA'yê diyar kirin ku ew gav paş de navêjin.   Têkoşîna aktivîstên TJA'yê ya ji bo rêxistinbûyîna jinê dewam dike   Di 3'yemîn Hevdîtina Jinan a bi dirûşma "Em jin in em ji bo azadiya xwe hene em ji bo guhertinê li ser piyan e" pêk hat de Ayşe Gokkan Berdevka TJA'yê hat hilbijartin. Di encamnameya 3'yemîn konferansa TJA'yê ya li Amedê hat lidarxistin de mijarên wekî yekîtiya neteweyî, têkoşîna li dijî qeyûm, çalakiyên li dijî tundiyê, têkoşîna li dijî tecrîdê, tora enternasyonel a jinê, piştevaniya bi penaberan, parastina zimanê dayikê, ekolojî, mafên zarokan derketin pêş. Niha têkoşîna aktivîstên TJA'yê ya ji bo rêxistinbûyîna jinê û li dijî zîhniyeta desthilatdar a mêr dewam dike. Her wiha tevgeha xwe ya li ser esasên mekanîzmaya parastina cewherî didomîne.