'Em ê şopdarên doz û xeyalên pakrawanên xwe bin' 2020-07-24 09:02:43   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Malbatên Şehîdan ên bajarokê Sirînê li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûnên xwe anîn ziman û gotin: "Welatekî ku bi xwîna hevpar a pakrewanên me hatibe rizgarkirin, ne dewleta tirk û ne jî tu hêzên din wê nikaribin dagir bikin."   Dewleta tirk li dijî şoreşa Rojavayê Kurdistanê û derketina Rêjîma BAAS'ê ya ji Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ev 8 salin ku bi rê û rêbazên cuda hewildanên wêran, talan û dagirkirinê dike. Loma rojane êrîş û tehdîd dike. Di vê çarçoveyê de Malbatên şehîdan ên Kurd û Ereb li bajaroka Sirînê helwestên xwe li dijî vê dagirkeriyê anîn ziman û bi me re parve kirin.     'Em ê şopdarên doz û xeyalên pakrawanên xwe bin'   Jina bi navê Eyşe Mûsa hevjîna şehîd Qasim Mûsa ku di pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê de jiyana xwe ji dest dabû wiha nêrîna xwe anî ziman: "Di civakê de cihê herî pîroz cihê şehîdan e, ji ber ku canê xwe gorî welat, malbat û gelê xwe dike. Civak bi hevkarî, parastin, fedekarî û berdêlên giranbûha ava dibe. Dema ku herêmên me di bin serweriya Rêjîma BAAS' de bûn, dewleta tirk tu gef nedixwarin û êrîş jî tune bûn. Lê piştî serhildanên ku em tê de bi serketin û me li dijî desthilatdariyê serî hilda, dewleta tirk dest bi dijminatiye Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Rih û xwîna hevpar ya di navbera hemû pêkhateyan de, hişt ku civaka me ser piyan bimîne. Ev destkeftî û yekîtiya me  bi saya şehîdên me pêk hatin. Em bi vê yekê serbilind in û em ê şopdarên doz û xeyalên pakrawanên xwe bin."   'Dewleta tirk ji yekîtiya me ditirse'   Jina bi navê Behdîdan Şêx Mihemed ku xwişka du birayên pakrewan e ser van êrîşan nerazîbûna xwe nîşan da û wiha got: "Di vî welatî de em wiha dijîn ku yekîtiya gelan bi ser ketiye. Îro xwîna Kurd, Ereb, Ermen, Çerkez, Turkmen, Asûrî û hemû netewan  bûye yek û bi rengekî hevbeş di xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dijîn. Ewqas netew ji bo parastina bajarên hevdû amede ne ku canê xwe feda bikin. Loma ev yekîtî  bingeha hêza me ye. Dewleta tirk jî dema ku vê yekê dibîne ditirse û hemû rêbazan bi kar tîne da nakokiyan di navbera gelan de çêbike. Lê bila dewleta tirk bizane ku em tu carî dest ji hev bernadin. Em ê bi hev re axa xwe biparêzin û bi dilsoziya me ya bi pakrewanên me re em ê vê dagirkeriyê têk bibin."   'Hemû gelê herêmê para xwe ji kiryaran girtin'   Herî dawî jina  bi navê Semîra Wero hevjîna şehîd Ebdo Wero ku di pêngava rizgarkirina bajarê Minbicê de jiyana xwe ji dest da bal kişand ser girêdana di navbera DAIŞ û dewleta tirk de û wiha got: "Dema ku Çeteyên DAIŞ'ê êrîş kirin digotin ku em ji bo qirkirina Gelê Kurd hatine. Lê Çeteyan zordarî û hovîtiya xwe ser hemû pêkhateyan da meşandin û hemû gelan para xwe ji kiryarên wan girtin. Pêvajoyeke dijwar bû, lê me bi yek têkoşînê derbas kir. Dewleta tirk di destpêkê de bi riya çeteyên xwe DAIŞ'ê xwestin ku herêmên me talan, wêran û dagir bike. Her bostek ji vê axê heta ku rizgar bûye bi xwîna şehîdekî hatiye avdan. Loma ne dewleta tirk û ne tu hêzên cudatir jî wê nikaribin vê axê ji dest me bibin."