ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2020'AN 2020-07-24 09:00:00       *Têkildarî êrîşa zayendî ya çawişê pispor a li Şirnexê li dijî du zarokan jinên Hesekê diyar kirin ku divê kesên êrîşa zayendî dikin bêceza neyên hiştin û wiha gotin:"Divê ev kes bi cezayê herî giran werin darizanin. Gelo ji xwe re nahizirin bê ka ev zarok wê çawa jiyana xwe berdewam bike."    *Malbatên Şehîdan ên bajarokê Sirînê li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûnên xwe anîn ziman û gotin: "Welatekî ku bi xwîna hevpar a pakrewanên me hatibe rizgarkirin, ne dewleta tirk û ne jî tu hêzên din wê nikaribin dagir bikin." DÎMEN HEYE   *Di encama têkoşîna jinên kurd de gelek komeleyên jinê hatin avakirin û di bin banê van komeleyan de li dijî tundî, destdirêjî, neheqî, êrîş, zayendperestiyê çalakî û xebatên curbecur hatin kirin. Her wiha ji bo rêxistinbûyin, piştevanî û derketina pêş a hêza jinê têkoşîneke hevpar hat dayin.    *Endama Komîteya Wêjeya Rojavayê Kurdistanê Narîman Evdikê ku bi pirtûka xwe ya 'Berberoj' tevlî pêşengeha Şehîd Herekol bûye wiha dibêje: "Berberoj çîroka şervanên ku Serêkaniyê rizgar kirin û di oxira wê de hin perçeyên laşê xwe dan vedibêje. Bi rizgarkirina Serêkaniyê ya ji dagirkeran ez ê Berberoj 2 jî binivîsim û hovitiya xwînmijên li dijî Gelê Kurd ji cîhanê re vebêjim. Ez ê hovîtiya dagirkeran bi pênûsa xwe ji cîhanê re ragihînim." DÎMEN HEYE   *Amelîa Earhart yekem jina ku Okyanusa Atlantîkê ji hewa de derbas kiriye.   *Jina bi navê A. ya bi salan rastî şîdeta mêr hat, dest ji têkoşînê bernade û got diçe qerekolan lê kes wê guhdar nake û got ‘gelo li bende qetilkirina min in?’   *Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Star Emîne Bozkurt da zanîn ku di rewşa peyman bê rakirin de wê hemû riyên darazê bên girtin û got: “Vekişîna ji peymanê, kuştin û êrîşên li hember jinan wê bigihêjîne nokteyek cuda.” DÎMEN HEYE   *Li Şirnexê nerazîbûnên li dijî êrîşên zayendî li hember zarokan û jinan berdewam dikin. Jinên ku nerazîbûn nîşanî êrîşan dan diyar kirin ku li dijî van êrîşan têkoşîn û berxwedana wan dê bidome. DÎMEN HEYE   *Jinan bertek nîşanê qetilkirina Pinar Gultekîn da û balkişandin ser pirsgirêkên ku xwendekarên jin dijîn û gotin: “Jiyana tenê ya xwendekaran wek hewcedarî tê dîtin û li gorî mêran jî ev qadeke îstîsmarê ya vekiriye. Wargehên zêde jî tune ne. Ji ber xanî jî nabînin, neçar dimînin şûnde biçin, dema dixebitin jî rastî tacîzê tên.”DÎMEN HEYE   *Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan anî ziman ku girtin û binçavkirina jinan bi talîmata dewletê tên kirin û wiha got:"Dewleta ku nikare îradeya jinê bike dest vê carê dest diavêje nirxên civakî."DÎMEN HEYE   *Huda Kaya ya HDP’î der barê ku ji aliyê desthilatdariyê ve hedef hatiye girtin de ev nirxandin kir: “Ev ne tola mehan e, ev tolgirtina salan e. Bêguman em her cureyê êrîşê dipên. Em dizanin ku ew di nebaşiyê de çiqas bê sînor in. Lê em ê têkoşîna xwe ya mirovahiyê bidomînin.”DÎMEN HEYE   *Akademîsyen Fatmagul Berktay ku yek ji kesên îmze avêt danezana ‘101 Aksaçli’ diyar kir ku Peymana Stenbolê ji bo hemû jinan têkoşînê nîşan dide û bang li hemû kesî kir ku ‘eniya demokrasiya hevpar’ ava bikin.