Desteya jinê kiryarên tirkiyeyê bi daxuyaniyê şermezar kir 2020-07-23 13:55:04   ŞEHBA - Desteya jinê ya Herêma Efrînê kiryarên dewleta tirk û destdirêjiya wan ser jinan bi daxuyaniyekê şermezar kir.   Desteya jinê ya Herêma Efrînê bi armanca şermezarkirina kiryarên dewleta tirk û qetilkirina jinan a roj bi roj zêde bûye, daxuyanî da.  Daxuyanî li kampa Berxwedan a navçeya Fafînê bi tevlîbûna jinên kampê û endamên sazî û dezgehên sivîl hat dayin. Di daxuyaniyê de alên Kongreya Star û wêneyên jinên têkoşer yên komkujiya Helincê hatin hildan. Daxuyanî ji aliyê Seroka Desteya jinê ya Herêma Efrînê Zelox Reşîd ve hate xwendin.   Daxuyanî wiha bû:   "Dewleta tirk a dagirker bi serkêşiya Erdogan sîstemên qirêj ser mirovan dide meşandin. Ev binpêkirin û kiryar di hûndirê tirkiyê de jî li dijî jinan tê kirin. Li gor rêxistinên mirovî di meha hezîranê de 27 jin li tirkiyê hatine qetîlkirin. Her wiha destdirêjiya  leşkerên tirk ser zaroka 13 salî a ji şirnexê jî, yek ji encama van kiryaran bû.    Dema ku jin daketin kolanan û nerazîbûna xwe nîşan dan, hatin kaşkirin û hejmarek ji wan hatin binçavkirin. Dagirkeriya tirk dixwaze bi leşkerên xwe îradeya jinên kurd bişkîne. Siyaseta dewleta tirk a dagirker di Bakurê Kurdistanê de û herêmên dagirkirî yên di Sûriyê de ji hev ne qut in. Her ku jin bi rêxistin dibe metirsiya dewleta tirk zêde dibe.   Em weke desteya jinê  ya Herêma Efrînê van siyasetên dewleta tirk a dagirker a li dijî jinan şermezar dikin. Em bangewaziyê li hemû jinên cîhanê, rêxistinên jin û hemû Gelê Kurd dikin ku piştgiriya berxwedana jinan bikin.  Çalakiyên xwe zêde bikin û têkoşîna xwe li dijî faşîzmê xurt bikin.  Ji ber ku hedefgirtina jina rêxistinkirî hedefgirtina pêşeroja hemû jinan e. Em weke jinên Efrînê soza mezinkirina têkoşîna xwe didin.”   Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana jinan" bi dawî bû.