'Êrîşa li ser Başûrê Kurdistanê li ser tevahî kurdan e' 2020-07-23 10:07:59   Xezne Celal   KOABNÊ - Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a herêma Firatê Cîhan Derwîş derbarê êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê de wiha got: "Dewleta tirk, herêmên Başûrê Kurdistanê dagir dike û baregehên leşkerî li wir ava dike. Hikumeta Iraqê û PDK li hember van êrîşan bê deng in. Wek gelê kurd li dijî van êrîşan em ê yekîtiya xwe xurt bikin û hêzeke xwe ava bikin, ji ber ku êrîşa li ser herêmên Başûrê Kurdistanê li tevahî kurdan e."   Balafirên şer ên dewleta tirk di 15'ê Hezîrana 2020'an de Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bombebaran kir, di heman demê de êrîş birin ser Şengalê, Xanesor û nexweşxaneya Serdeştê yên Başûrê Kurdistanê. Ji wê demê ve dewleta tirk êrîşên xwe li ser herêmên Qadên Parastina Medyayê, Heftanîn, Xakûrk, Şêladiz û Xatûniyê zêde û berfireh kirine. Di êrîşan de malên welatiyan armanc tên girtin û di encamê de welatî jiyana xwe ji dest didin. Li hemberî van êrîşan Hikumeta Başûrê Kurdistanê bê deng e. Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a herêma Firatê Cîhan Derwîş ji ajansa me re derbarê êrîşên dewleta tirk de axivî.   'Di êrîşên dewleta tirk de zarok û ciwan tên kuştin'   Cîhanê êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha pê de çû: "Dewleta tirk bi armanca dagirkirina erdên kurdan û qirkirina wan, êrîşî herêmên Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike. Ji 15'ê Hezîranê ve dewleta tirk bê navber êrîşî herêmên Başûrê Kurdistanê dike. Dewleta tirk hebûna PKK'ê dike hincet û êrîşî gelê kurd dike. Lê armanca dagirkirin e ne hebûna PKK'ê ye. Herêmên Başûrê Kurdistanê dagir dike û baregehên leşkerî li wir ava dike, dewletên navneteweyî vê yekê wek qanûnî dibînin, lê dema ku zarok û ciwanên kurdan di malên xwe de tên qetilkirin çavên xwe digirin û dibêjin tiştek wiha neqewimiye. Ev êrîşên dewleta tirk cihê nerazîbûnê ne."   'Em tune nabin û kes nikare me tune bike'   Cîhanê teqez kir ku bêdengiya hikumeta Iraqê li hember êrîşan dide diyarkirin ku lihevkirinek di navbera wan û dewleta tirk de heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Welatiyên Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşan derdikevin û nerazîbûnên xwe nîşan didin, lê mixabin partiyên kurdî yên li Başûrê Kurdistanê heta niha li dijî van êrîşan tu helwest nîşan nedan, ev yek jî cihê şermezarkirinê ye. Dema ku mijar dibe kurd giştî dewlet nakokiyên xwe didin aliyekî û li ser tunekirina kurdan li hevdu dikin. Wek Gelê Kurd em tu carî tune nabin û kes nikare me tune bike. Gelo ma PKK'ê li Lîbya heye ku dewlata tirk êrîşî wir jî dike? Armanca dewleta tirk zelal e, dixwaze serdema Osmaniyan vegerîne."   'Dewleta tirk ji hêz û vîna gelê azadîxwaz ditirse'   Cîhanê destnîşan kir ku dema di 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kirin, pêşmergeyên PDK'ê reviyan û rê dan çeteyan ku di derheqê welatiyên Êzîdî de fermanê pêk bînin û wiha domand: "Wê demê PKK bi hawara jin û zarokan ve çû û li dijî çeteyên DAIŞ'ê li Şengalê şer kir, piştî rizgarkirina Şengalê PKK ji herêmê vekişiya. Welatiyên Êzîdî di nava xwe de xwe birêxistin kirin û hêzeke xwe ava kirin da ku li dijî hemû êrîşan parastina xwe bikin. Îro jî em dibînin ku dewleta tirk êrîşî wan dike, ji ber ku dewleta tirk ji hêz û vîna wan ditirse. Cîhan tev bi Vîrusa Korona re mijûl bûye û li dermanekî digerin ku çawa xwe jê xelas bikin, dewleta tirk jî difikire ku çawa êrîşên xwe li ser Kurdistanê berfiretir bike."   'Li dijî êrîşan em ê yekîtiya xwe xurt bikin'   Cîhanê da xuyakirin ku tirsa herî mezin a dewleta tirk pêkanîna projeya Netewa Demokratîk e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Projeya Netewa Demokratîk li ser bingehê wekheviya gelan û hemû pêkhateyan di nav xwe de hembêz dike hatiye avakirin. Dewleta tirk tenê pêkhateyekî esas digire û mafê pêkhateyên din binpê dike, lê li herêmên me mafê hemû pêkhateyan tê parastin û her kes bi reng, çand, ziman û hebûna xwe dijî. Ji ber vê yekê jî dewleta tirk êrîşî Gelê Kurd dike û armanc dike ku projeya Netewa Demokratîk tune bike. Wek Gelê Kurd li dijî van êrîşan em ê yekîtiya xwe xurt bikin û hêzeke xwe ava bikin, ji ber ku êrîşa li ser herêmên Başûrê Kurdistanê li tevahî kurdan e."