'Li kêleka şerê leşkerî şerê taybet, siyasî û aborî tê meşandin' 2020-07-23 09:09:40   Xezne Celal   KOBANÊ - Endama Meclîsa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşeroj Fewziyê Ebdî, derbarê êrîşên li ser herêmên Rojava de wiha got: "Wek Partiya Sûriya Pêşeroj em tu carî dagirkeriya dewleta tirk li ser xaka xwe qebûl nakin. Armanca me ya sereke ew e ku dawî li dagirkeriyê were. Dagirkeriyê rê li ber aloziya Sûriyeyê vekir loma nayê çareserkirin."   Şer û aloziya Sûriyeyê her ku diçe berfireh dibe û dewletên navneteweyî jî sûdê ji vê aloziyê digirin. Ji ber dewlet berjewendiyên xwe diparêzin her ku diçe alozî geştir dibe. Di nava aloziyê de yên herî zêde zehmetiyan dikişînin welatiyên Sûriyeyê ne, bi hezaran hatin kuştin, revandin û koçberkirin. Bi dehan herêmên Sûriyeyê ji aliyê dewleta tirk ve hatin kontrolkirin. Niha jî li Sûriyeyê şerê aborî tê meşandin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê şerê leşkerî tê meşandin di heman demê de şerê taybet, siyasî û aborî tê kirin. Dewleta tirk û hevkarên wê bi rêbazên cur be cur êrîşên xwe yên li ser herêmên Bakurê Sûriyeyê bê navber berdewam dikin. Derbarê vê mijarê de Endama Meclîsa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşeroj Fewziyê Ebdî nêrîna xwe ji me re parve kir.   'Dewleta tirk bi rêbazên cur be cur êrîşî herêmê dike'   Fewziyê teqez kir ku aloziya Sûriyeyê derbasî sala 11'emîn dibe û wiha pê de çû: "Dewletên desthilatdar ji aloziya Sûriyeyê sûd wergirtin û di nava aloziyê de berjewendiyên xwe diparêzin. Di salên destpêkê yên aloziya Sûriyeyê de dewletên desthilatdar bi rêya çeteyan êrîş dikirin. Aloziya Sûriyeyê di gelek qonaxan re derbas bûn, niha derbasî qonaxa dawiyê bûye û ew jî qonaxa siyasî ye. Vê carê dewletên ku ji bo berjewendiyên xwe serweriyê li ser vê herêmê dikin wek Emerika, Rûsya û Tirkiye bi xwe derbasî Sûriyeyê bûne. Her kesî helwest û nêrîna xwe zelal kiriye ku êdî bi rêya danûstandinan wê were çareserkirin. Lê kesên li ser maseyê nîqaş dikin tenê ji bo berjewendiyên xwe zêdetir bikin, di encama lihevkirinên wan de bajarên Sûriyeyê ji aliyê dewleta tirk vê hatin dagirkirin. Dewleta tirk dibêje ji Heleb heta Musil û Kerkûkê ev herêmên me bûn. Dewleta tirk çawa Efrîn, Îdlib, Ezaz, Bab, Cerablos, Serêkanê û Girê Spî dagir kir, vê carê dixwaze Til Temir, Eyn Îsa û Kobanê jî dagir bike. Bi rêbazên cur be cer êrîşî van deveran dike."   'Em dagirkeriya dewleta tirk li ser xaka xwe qebûl nakin'   Fewziyê destnîşan kir ku armanca dewleta tirk ji van êrîşan ew e ku herêmê dagir bike û vegerin serdema Osmaniyan û wiha domand: "Dewleta tirk şerê taybet li ser herêmê dide meşandin û tirsê di nava welatiyan de belav dike. Êrîşên dewleta tirk li ser Til Temir, Eyn Îsa û Kobanê berdewam dikin.  Di 23'yê Hezîranê de bi balafirên bê mirov êrîşî gundê Helincê yê Kobanê kir û di encamê de 2 jinên siyasetmedar û dayikek hatin hedefgirtin. Di heman demê de rojane êrîşî Til Temir û Eyn Îsayê dike, li kêleka wê dema ku welatî di rêya M4 re derbas dibin ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve tên hedefgirtin. Bi rêya van êrîşan û kiryaran armanc dikin ku herêmê vala bikin, demografiya herêmê bê guhertin ji ber ku wê demê bi awayekî hêsan dikarin herêmê dagir bikin û siyaseta xwe ya qirêj bidin meşandin. Lê wek gelê Sûriyeyê û bi taybet jî Partiya Sûriya Pêşeroj em tu carî dagirkeriya dewleta tirk li ser xaka Bakurê Sûriyeyê qebûl nakin. Armanca me ya sereke ew e ku dawî li dagirkeriyê were ji ber ku aştî, aramî û azadî bi vî rengî nayên pêkanîn."   'Li kêleka şerê leşkerî şerê taybet, siyasî û aborî tê meşandin'   Fewziyê da zanîn ku dewleta tirk hevpeymanên navneteweyî binpê dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Xuyaye Astana li gor berjewendiyên gel tev nagere, ji ber ku her diçe xalên çavdêrî yên dewleta tirk li herêmê zêde dibin. Di encama Astana de derket holê ku wê êdî biryara gelê Sûrî bi destê wan be, lê tiştê ku ser erdê tê meşandin, rêbaz û êrîşên tên kirin didin diyarkirin ku dewletên navneteweyî ji bo çareseriyeke siyasî kar nakin, armanca wan berjewendiyên xwe pêk bînin û aloziya Sûriyeyê geştir bikin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê şerê leşkerî tê meşandin di heman demê de şerê taybet, siyasî û aborî tê kirin. Di zagon û hevpeymanên navneteweyî de nabe ku av ji aliyê dewletan ve were qutkirin lê em îro dibînin ku dewleta tirk van biryar û zagonan binpê dike û ava Firatê li ser herêmê qut kiriye. Wek Partiya Sûriya Pêşeroj van rêbaz û kiryarên dewleta tirk em qebûl nakin û şermezar dikin. Çareseriya aloziya Sûriyeyê bi hêz û destên gelên Sûriyê ew ê bê çareserkirin, ne bi parçekirin û dagirkirina Sûriyeyê."