‘Êrîşên dewleta tirk ên li ser axa me dewamiya tecrîda li ser Rêber Apo ye’ 2020-07-23 09:04:14   Rojda Seyidxan   QAMIŞLO - Rêveberên Kongreya Star tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin:  “Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe di nava mêjiyê me de dijî. Tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin nayê qebûlkirin. Têkoşîna me ji bo daxwaza azadiya Rêber Apo ye.”   Ev 22 sal in ku tecrîdeke girankirî li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan ji aliyê dewleta tirk ve tê meşandin. Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin ji aliyê Gelê Kurd û dostên Gelê Kurd cihê nerazîbûnê ye. Têkildarî mijarê Rêveberên Kongreya Star tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û nêrînên xwe li ser tecrîdê bi me re parve kirin.   ‘Êrîşên dewleta tirk ên li ser axa me dewamiya tecrîda li ser Rêber Apo ye’   Endama Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Qamişloyê Ibtîsam El-Hisên li ser êrîşên dewleta tirk ên di vê demê de û girêdana êrîşan bi tecrîda girankirî re nêrîna xwe anî ziman û got: ”Weke ku tê zanîn şerê cîhanê yê sêyemîn bi destên dewletên desthiladar  tê meşandin. Pêkanîna vî şerî  jî taybet bi destên dewleta tirk a faşîst e ku bi rengekî hovane êrîşî axa me dike. Ev dagirkerî û hovîtiya dewleta tirk a li ser axa me berdewamiya komploya li ser  Rêber Apo ye. Rêber Apo xwediyê felsefe, raman û projeya netewa demokratîk e ji bo wê heya niha tecrîdeke giran li ser tê meşandin.”   ‘Em ê ji bo azadiya Rêberê xwe têbikoşin ’   Ibtîsamê di dewamiya axaftina xwe de wiha got: ”Hevpeymanên  li dijî fikir û felsefeya azad, hemû ji encamên hişmendiya zîhiniyeta desthilatdar e. Bi navê demokrasiyê mirovan dixapînin û serwerriya xwe li ser vîna wan didin meşandin. Rêber Apo gelek pirsgirêkên ku asteng mabûn çareser kir, ji bo wê bû armanca hêzên hegemonîk û dîl hat girtin. Rêber Apo rê li ber azadiya jinê vekir û ji koletiyê xelas kir. Jin niha bi fikrê Rêber Apo ji bo azadiya xwe û rêberê xwe têdikoşe.”   ‘Fikir û felsefeya Rêberê Apo  her zindî ye’   Ji Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Dirbêsiyê Ebîr Hesen tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan şermezar kir û got:” Ev 22 sal in tecrîdeke giran li ser Rêber Apo tê meşandin. Rêber Apo tenê bi fîzîkî ne di nav me de ye, fikir û felsefeya wî di mêjiyê me de dijî.  Em tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin şermezar dikin.”