ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2020'AN 2020-07-23 09:00:00   *Jina bi navê Rehmê Bekir a ji navçeya Raco ya Efrînê ye, bi destên xwe hêlanokên zarokan çêdike û kêfxweşiyê ji bo wan pêşkêş dike. Rehmê wiha dibêje: “Çêkirina hêlanokên zarokan rehetî û kêfxweşiyê dide min. Zarok pir ji van hêlanokan hez dikin û rojana ez 4 hêlanokan çêdikim û difroşim.” DÎMEN HEYE   *Rêveberên Kongreya Star tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin:  “Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe di nava mêjiyê me de dijî. Tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin nayê qebûlkirin. Têkoşîna me ji bo daxwaza azadiya Rêber Apo ye.” DÎMEN HEYE   *Endama Meclîsa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşeroj Fewziyê Ebdî, derbarê êrîşên li ser herêmên Rojava de wiha got: "Wek Partiya Sûriya Pêşeroj em tu carî dagirkeriya dewleta tirk li ser xaka xwe qebûl nakin. Armanca me ya sereke ew e ku dawî li dagirkeriyê were. Dagirkeriyê rê li ber aloziya Sûriyeyê vekir loma nayê çareserkirin." DÎMEN HEYE   *Siyasetmedarên Jin ên Şirnexê,  bertel nîşanê êrîşên zayendî ku di demên dawîn de li herêmê zêde bûne dan û gotin: “Dewlet gûmanbaran diparêze û ev jî dibe sedem ku bûyerên bi vî rengî zêde bibin. Em li hember van pêkanînan bêdeng namînin û nahêlin ku tu kes bêdeng bimîne." BI DÎMEN   *Nûçegîna Rojnameya ÎLKSES a Îzmîrê Çagla Geniş diyar kir ku di şertên Tirkiyeyê de pirsgirêka esas a rojnamegeran ‘bi awayekî azad nikarin binivîsin’ û der barê pirsgirêkên rojnamegerên jin yên li herêmê dixebitin ev nirxandin kir: “Tevî gelek serkeftinên wan hene, tevî di dîtbariya derve û jiyana şexsî derdixin pêş, dema serkeftî dibin rastî hêrsê tên, rastî pîrozkirinê nayên.”   *Berxwedêra Yukselê Nazan Bozkurt di bin çavan de qeyda deng a telefona wê vekirî mabû û piştî mehan şûnde tehdîdên polîs yên li hember wê û Melek Çetînkaya teşhîr kir. Nazanê got wê der barê polîsan de gilî bikin û got ger ew teşhîr bikin wê êdî tiştek wisa neyê kirin.   *Yek ji parêzerên KCDP’ê Gul Erdogmuş diyar kir ku rewşa ku ji Peymana Stenbolê bê vekişandin wê kuştinên jinan jî zêde bibin û wiha got: “Ji bo tiştên tên jiyîn dubare nebin, Peymana Stenbolê ferz e. Bila dewlet soza ku daye bîne cih, bila ligel jinan be.”  BI DÎMEN   *Jina bi navê Y. ku 16 sale rastî şîdeta mêrê ku pê re zewicandiye tê, tevî ku bi dehan carî serî li dozger û qerekolê daye encamek negirtiye. Y. got kes li wê guhdar nake û polîs jî jê re dibêjin ‘tu dîsa hatî, çima hatî’. BI DÎMEN   *Jinên siyasetmendar ên Êlihê bertek nîşanê berdana çawîşê pispor ê ku tecawizî İ.E. kiriye dan û gotin: “Rexmê ku îro hemû sucê M.O bi delîlan hatiye piştrastkirin, çima dewlet wî ceza nake.” BI DÎMEN