'Jinên Êzidî xwedî maf in ku jiyana xwe ya normal bidomînin' 2020-07-23 08:50:44   QAMIŞLO - Meclîsa Jinên Sûriyeyê derbarê ola êzdiyan û dîroka wê de, semînerek li dar xirt. Di semînerê de hat gotin: “Jinên Êzidî yên ku hatine rizgarkirin xwedî maf in ku jiyana xwe ya normal bidomînin.”     Bi pêşengtiya Meclîsa Jinên Sûriyeyê derbarê ola Êzidiyan, dîroka wê,  têgeha olan û dîroka jinê de semînerek hat dayin.  Semîner  li Meclîsa Jinên Sûriyê bi beşdarbûna Mala Êzîdiyan, endam û rêveberên Meclîsa Jinên Sûriyê, Meclisa Jinên Sûryanî û endamên Rêveberiya Xweser hat çêkirin.   Semîner bi deqeyek  rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê  semîner ji aliyê Hevseroka Mala Êzdiyan li Herêma Cizîrê Leyla Mehmo û Hevserokê Mala Êzdiyan Silêman Dewrîş Hemo ve hat birêvebirin.   'Êzidî yek ji kevintirîn netewên cîhanê ye'   Leyla derbarê ola êzîdiyan de wiha nirxandinên xwe kir: "Êzidî peyveke tê wateya ezdan, an jî afirîner. Ew peyvek Kurdî ye û di mîtolojiya êzîdiyan de ji hêla sê tiştan ve têne xuyakirin. Êzdatî ew adet û kevneşopiyên ku gelê êzdî pê ra dibe.  Di çavên êzdiyan de afirandina gerdûnê û êzdî weke  tawûs tê xuyakirin. Gelê ku li ser vê axê dijîn hemî xwedî kok in, di dîrokê de ji ber wê hemî netew bi hin adet û kevneşopiyên xwe dişibihin hev."   'Ruxmî fermanan êzdiyan civaka xwe parastin'   Leyla bal kişand ser fermanên ku bi serê Êzidîyan de hatine û wiha domand: "Yek ji netewên kevnar yên ku li ser vê axê jiyan bi xwe re ava kirine Êzidî ne. Hertim ji aliyê hêzên desthilatdar, herêmî û terorên DAIŞ’ ê ve rastî fermanan hatine. Fermana dawî jî di 3’ê Tebaxa 2014'an de bû. Lê tevî hewldanên tunekirina hebûna Êzidiyan zindî ne. Êzidî dijîn û dîrok û şaristaniya xwe diparêzin."   'Jina Êzidî pîroz tê dîtin'   Leyla got ku jina êzîdî ruxmî hemû êrîşan di civakê de hîn jî pîroz e û wiha pê de çû: "Jinên Êzîdî ruxmî ku rastî êrîşên DAIŞ û hişmendiya civakê hatiye hîn jî pîroz e. Niha di nava hewldanan de ye ku derûniya fermana DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014'an de  ku pê da ye jiyan kirin, derbas bike."   'Jinên Êzidî yên rizgarkirî dikarin vegerin ser ola xwe'   Leyla wiha dawî li axafina xwe anî:"Jina êzdî a ku rastî êrîş, hovetî û tecawîzê ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatine dikare vegere ser ola xwe ya êzdiyatiyê. Pêwist e jina êzdî jiyana xwe ya normal berdewam bike."   Piştî axaftinê deriyê nîqaşê li ber jinan derbarê ola êzdiyan, rola jinê di civakê û çawaniya parastina çanda xwe, hate vekirin. Bi vî rengî semîner bi dawî bû.