Li Amedê jinek birîndarkirî hat dîtin 2020-07-22 16:33:30   AMED - Li Amedê, jina 34 salî Mucella Demîr li mala xwe bi çekê birîndarkirî hat dîtin. Tîmên tenduristiyê yên hatin cihê bûyer Mucella rakirin nexweşxanê.   Li Taxa Yûnûs Emre ya navçeya Rezan a Amedê, ji mala jina 34 salî Mucella Demîr dengê çekan hat. Welatiyên derdorê li ser dengê çekê agahî dan polîsan. Polîsên hatin cihê bûyerê ketin malê û dîtin ku Mucella birîndar bûye. Polîsên ku li malê mêze kirin, tespît kirin ku kes li malê tune ye.    Tîmên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê Mucella bi ambûlansê rakirin nexweşxanê. Dûre polîsan di mala Mucellayê de lêkolîna xwe dewam kirin û dest bi xebatên ronîkirina bûyerê kirin.