Ji bo Gulîstan Dokû ava bendavê tê kêmkirin 2020-07-22 16:01:39   DÊRSIM - Ji bo Gulîstan Doku dest bi xebata xebitandina trîbûnên elektirîkê ya li Bendava Uzunçayirê hat kirin. Ew ê asta avê bê kêmkirin.    Ji 5’ê Çileyê ve agahî ji xwendekara refa 2’yemîn a Beşa Pêşxistina Zarokan a Zanîngeha Mûnzûrê Gulîsan Doku nayê girtin. Li gel kamerayên mobesa yên navenda Dersimê jî, hemû xebatên lêgerîna Gulîstan ya 200 rojin windaye, ya di Gola Bendavê ya Ûzûnçayirê de bêencam man. Li ser daxwaza malbata Gulistan ya li Dersimê dimîne, biryar hat dayîn ku Gola Bendavê ya Ûzûnçayirê bê valakirin.     Piştî biryarê îro dest bi valekirina Gola Bendava Ûzûnçayirê hat kirin. Berdevkê Wezîrtiyê û Alîkarê Wezareta Karê Hûndir Îsmaîl Çatakli jî, ragihand ku wan dest bi valeke kirina bendavê kiriye.